Wekîlên di grevê de ne: Bi ruhê Newrozê emê dawî li tecrîdê bînin

Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç û Dersim Dag ên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne ji bo Newrozê peyam dan û gotin: "Wê bi ruhê agirê berxwedanê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê."

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 128'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 115 roj in didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 89 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûna 2018'an de li girtîgehan dest pê kir 90 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin di roja 15'an de berdewam dike.

Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Amedê ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 HDP'iyên din jî tevlî çalakiya Dersim Dag û 5 HDP'iyên din bûn. Di şeva 8'ê Adarê de polîsan dîsa bi ser avahiya HDP'ê de girtin û 7 çalakgerên ligel 3 parlamenterên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Amedê di girevê de girtin û destgîrkirin. 7 çalakgerên hatin destgîrkirin, çalakiya xwe di bin çavan de berdewam kirin û 4 ji wan hatin girtin 3 hatin berdan. Çalakgerên hatin berdin dîsa hatin avahiya HDP'ê û çalakiya xwe berdewam kirin. Duh jî di saetên serê sibehê de polîsan dîsa avêt li ser avahiya HDP'ê û 3 çalakger destgîrkirin.

BERXWEDANA AKIN Û EKTÎREN

Sedat Akin jî li Girtîgehae Tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 59'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Bakirkoyê di 15'e Çile de dest bi gigrevê kir û di 8'e Adarê de hat berdan di roja 60'emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.

Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel, Murat Sarisaç û Dersim Dag ên li avahiya HDP'ê ya Amedê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne ji bo Newrozê peyam dan.

'NEWROZ JI BO KURDAN BERXWEDAN E'

TAYYÎP TEMEL: Newroza 2019'an Newroza berxwedan û têkoşînê ye. Newroz ji bo Kurdan her dem berxwedan e. Lê îsal bi berxwedana girtîgehan û çalakgerên ji derve li ber xwe didin veguherand şahiyeke hişyarbûn û demokrasiyê. Newroza 2019'an wê bibe bidawîkirina tecrîdkirina rêzdar Ocalan. Em bi ruhê berxwedana hevala Leyla, berxwedana girtîgehan û berxwedana hevrêyên ji sed rojî zêdetir li ber xwe didin derkevin qadan. Ez bang li tevahiya gelên Kurdistanê dikim li kuçe û taxan agirê Newrozê bi ruhê berxwedanê gur bikin. Newroza 2019'an wê bibe hêvî û biharek nû ji bo têkoşîna gelê Kurd û ji bo azadiya hemû gelan. Newroz wê deriyekî nû veke, ev derî jî şikandina deriyên tecrîdê yê Îmraliyê ye. Wê dengê rêzdar Ocalan bighêje gelê Kurd. Wê pêşî li zext û zordariya rejîma faşîst bê girtin û wê berxwedan bi agirê Newrozê gur bibe û bigihêje armanca xwe. Bi vê hêvî û baweriyê divê gelê me li dora agirê Newrozê kom bibe û deng bide berxwedanê. Ev agirê berxwedanê bi dîlana serketinê wê li her çar parçeyên Kurdistanê bê pîrozkirin. 

'EM Ê QADAN BIKIN CIHÊ BERXWEDANÊ'

DERSIM DAG: Newroz serhildan û berxwedan e. Em jî di nava berxwedanê de Newroza 2019'an pêşwazî dikin. Banga me ji bo gelê me ew e ku îsal her cihî bikin qada serhildan û berxwedanê. Heta ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê berxwedana xwe li her qadê mezin bikin. Em ê bi hev re û bi berxwedanê vê tecrîdê bişkînin û deriyê Îmraliyê vekin. 21'ê Adarê em ê bi rengê serhildanê li qadan bin û têkoşînê bilind bikin. Em ê bi yek dengî deng bidin dengê Leylayê û dîlên azadiyê. Tecrîd di şexsê rêzdar Ocalan de li ser tevahiya gelan tê meşandin. Em ê heta dawiyê li hemberî tecrîdê li ber xwe bidin û her qadê bikin qada berxwedanê.

'HER ROJ BÊHTIR EM NÊZÎ ŞOREŞÊ DIBIN'

MÛRAT SARISAÇ: Adar mizgîniya biharê ye. Adar ji zilmê meha xelasbûna gelan e. Em ê bi ruhê berxwedanê di Newroza 2019'an bigihêjin armanca xwe û em ê bi ruhê Newrozê dawî li tecrîda Îmraliyê bînin. Dibe ji bo gelên din ên dinyayê tenê 21'ê Adarê rojek ji rêzê be, lê belê ji bo Kurdan roja têkoşîn û berxwedanê ye. Newroz ji bo Kurdan roja xelasbûn û dawî anîna zilmê ye. Îro zêdeyî 500 dîlên azadiyê li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û li dijî bêhiqûqî û bê edaletiyê li ber xwe didin. Dîsan Leyla Guven 129 roj in li ber xwe dide. Ev qîrîn qîrîna serketin û berxwedanê ye. Ev berxwedan wê pêşiya gelên Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn veke. Sed sal e tê xwestin ku Kurdan tune bikin û mafên wan ji holê rakin. Her demê gelê Kurd li dijî tunekirin û zilmê li ber xwe daye. Her roj em bêhtir nêzî şoreşê dibin. Em ê di vê Newrozê de jî bi ser bikevin û dawî li tecrîdê bînin. Çawa ku di sala 2013'an de bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj ji nû ve hila, wê bi berxwedana dîlên azadiyê û gelê me roj dîsa bi ronahiya xwe hilê."