Wefa Elî Ebas gihişt malbata xwe

Keça Êzidî Wefa Elî Ebas a ku di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de hatibû rizgarkirin, li Xanesorê gihişt malbata xwe.

Di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya di sala 2014’an de li Şengalê bi hezarana jinên Êzidî ketin dest çeteyên DAÎŞ’ê. Çeteyan ew li bazarên Iraq û Suriyeyê firotin, gelek ji wan qetilkirin û her cûre êşkence li wan kirin. Heta niha jî aqûbeta bi sedan ji wan jinan nayê zanîn. Jina ciwan ya bi navê Wefa Elî Ebas jî yek ji wan jinan bû û dîl ketibû dest çeteyên DAÎŞ’ê.

Wefa Elî Ebas ku niha 18 salî ye, di temenê 9 saliyê de bi xwişka xwe ya ker û lal re (13) ji aliyê çeteyan ve ji gundê Koço hatin revandin. Wefa di dema qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştgiriya QSD, YPG, YPJ’ê hatiye destpêkirin, ji kampa Holê hate rizgarkirin. Wefa îro li deriyê Sînorî yê Rebîa radestî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hate kirin. Wefa li şaxa TAJÊ’yê ya Xanesorê radestî malbata wê hate kirin.

Di dema radestkirinê de Endama TAJÊ’yê Şemê Remo kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo rizgarkirina Wefa spasiya QSD’ê kir û got : “Wefa ji aliyê hêzên QSD ve li Kampa Holê hate dîtin û em gelek kêfxweşin, spasiya wan hêza dikin ku heya niha keç û jinên me rizgar dikin. Bi saya şervana esîrên me careka din li malê xwe vedigerin. Em wek TAJÊ jî ku ev keçik radestî me hatiye kirin, malbata wê jî li ba me amade ye. Em jî rizgarkirina wê pîroz dikin û radestî malbatê dikin.”

Malbata Wefa Dawid jî ji bo rizgarkirina keça xwe spasiya QSD’ê kir û got: “Heta niha gelek kes di destê çeteyan de mane, em daxwaz dikin lêgerîna wan dewam bike,  da ku mirovên me yên mane jî bên rizgarkirin û bigihijin malbatên xwe.”

Wefa Elî jî axivî û diyar kir ku ew gelek kêfxweş e ku gihaye nav kesûkarên xwe û got: “Ez bi saya YPJ’ê îro li nav malbata xwe me û gelek keyfxweş im.”