Wê zilm bi têkoşînê têk biçe

Dayika Arabe Bozdak li gel ku bi dehan xizmên xwe winda kiriye, hîna baweriya xwe ya paşerojek xweş winda nekiriye. Bozdak diyar kir, wê xwedî li berxwedana heyî û mîrateya kesên li paş xwe de hiştine derbikevin. 

Dayika Arabe Bozdak a 67 salî ku li Stewrê dijî û bi dehan xizmên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, meta Mahsun Ozen ê 22 salî ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2014'an canê xwe dayî ber agir e.   

Bozdak diyar kir ji bo bi dawî anîna şer û komkujiyên li Kurdistanê, bi dehan can spartine axê û rojekê jî dest ji têkoşîna xwe bernedane. Bozdak ku di salên 90’î de ji ber şewitandina gundan ji gundê Serenlî yê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê koçî bajaran dike û piştî 20 salan vegeriyan gundê xwe wiha axivî: "Zarokên me şehîd ketin, bila êdî zarokên ti kes din şehîd nekevin."

'ÊŞKENCE LI WAN KIRIN'

Bozdak têkildarî Mahsun ê 22 salî ku canê xwe da ber agir wiha axivî: "Lawê birayê min bû. Ji bo rijandina vê xwînê raweste ew jî mîna me gelek têkoşiya. Di Newroza 2011’an de hat binçavkirin. Bi rojan îşkence lê hat kirin. Ji ber îşkenceyê çavên xwe winda kir. Piştre jî hat girtin. Birayekê wî yê din berê jiyana xwe ji dest dabû. Berî Mehsun bikeve girtîgehê girs û bilind bû. Lê piştî salekê ji girtîgehê derket, pir kîlo dabûn. Êdî nedidît. Ji ber ku tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê û komkujiyên rû dan, qebûl nekir canê xwe da ber agir. Bi hêviya rojên tarî, ronî bike têkoşiya."

'HEYA DAWIYÊ EM Ê LI BER ZILMÊ RABIN'

Bozdak anî ziman ku ligel hemû êşên hatine kişandin jî, ew aştiyê diparêzin, lê ti carî wê dest ji berxwedana xwe bernedin û wiha got: "Ji bo êdî xwîn nerije em dibêjin aştî. Kes vî dengê me nabihîze, lê em ê her tim vê yek dubare bikin. Bi gotinên xwe yên aştiyane, em ê heya dawiyê li dijî zilmê têbikoşin." 

Bozdak bal kişand ser êşkenceyên li girtîgehan û wiha dewam kir: "Bila girtîgeh bên valakirin û Rewşa Awarte biqede. Bila dest ji êşkenceya li mirovahiyê dikin, berdin. Em ê heya dawiyê vê berxwedan û mîrateya kesên li du xwe hiştin, biparêzin. Bêguman wê ev bûyer û zilm bi dawî bibin. Em li benda wan rojane."  

MAHSUN OZEN KÎ YE?

Mahsun Ozen di şeva navbera 28 û 29’ê Kanûnê li qada daristanê ya nêzî Bîrdariya Aştiyê ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Gireva Îmraliyê û di salvegera bîranîna Komkujiya Roboskê de canê xwe da ber agir. Cenazeyê Mahsun Ozen ê şewitî di 30’ê Kanûna 2014'an de hat dît û birin morga Tipa Edlî ya Îzmîrê. Mahsun di 15’ê Tebaxa 1992’yan li gundê Serenlî yê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik dibe û di 7 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Îzmîrê dikin. Di sala 2011’an de bi îdîaya “Endamê PKK’ê” tê girtin. Piştî salekê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê girtin, di sala 2012’an de serbest tê berdan.