Wê Vasilis li girtîgehê ji bo aştiyê bimeşe

Malbatên Roboskiyî di hefteya 296’an careke din ji bo edaletê hatin gel hev. Malbatan nameya aktivîstê aştiyê Yannis Vasilis ku wê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li girtîgehê bimeşe xwend.

Malbatên 34 ciwanên kurd ku li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê di bombebarana balafirên şerî yên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 296’an de careke din ji bo edaletê hatin gel hev. Malbat li ser gorên xizmên xwe hatin gel hev û wêneyên xizmên xwe yên hatin qetilkirin hilgirtin.

‘WERIN EM AŞTIYÊ BIQÎRIN’

Li ser navê malbatan Bûrhan Kaplan axivî. Kaplan, destnîşan kir ku ji bo peydakirina aştiyeke rast divê pêşî ji Roboskiyê bê destpêkirin. Kaplan, bi bîr xist ku kesên komkujî pêk anîne tên parastin. Kaplan balê kişand ser 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û wiha got: “Îro li her derê welat êş û mirin heye. Tekane rawestandina van êş û miranan bi aştiyeke rûmet pêkan e. Em malbatên roboskiyî dibêjin ku, werin em bi hevdu re aştiyê biqîrin. Em ji bo aştiyê bitêkoşin. Yekane riya rawestandina êş û mirinên 40 salan aştî ye.”

WÊ JI BO AŞTÎ, EDALET Û ROBOSKIYÊ BIMEŞE

Paşê Kaplan nameya ku aktivîstê aştiyê û redkarê wijdanî Yannis Vasilis (Îbrahim Yaylali) ku ji bo piştevaniya malbatên Roboskiyê li gund bi cih bûbû û di 22’yê Nîsanê de hatibû girtin xwend. Yaylali di nameya xwe de diyar kir ku ew ê ji bo aştî, edalet, li hemberî girtinên derhuqîqî û ji bo Roboskiyê di di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di girtîgehê de bimeşe.

Vasilis, di nameya xwe de diyar kir ku ew ê di navbera 1-7’ê Îlonê de beriya nîvro 3 saetan û piştî nîvro 3 saetan, bi giştî 42 saetan bimeşe.