Wê parlamenta Başûrê Kurdistanê rojekê bi derengî were vekirin

Hat diyarkirin ku parlamenta Başûrê Kurdistanê ya ku 23 meh in girtiye wê sibê were vekirin.

Hat diyarkirin ku parlamenta Başûrê Kurdistanê ya ku 23 meh in girtiye wê sibê were vekirin. Parlamenta ku hewl tê dayîn beriya referandûmê were vekirin wê di 15’ê Îlonê de saet di 19.00’an de were vekirin.

Hatibû îddîakirin ku li Hewlêrê PDK, Goran û YNK li hev civiyane û biryar stendine ku parlament ji nû ve were vekirin.

Li gorî lîsteya ku çapemeniyê ji Ofîsa Çapemeniyê ya Başûrê Kurdistanê bi dest xist, hatibû gotin ku “ji bo vekirina parlamentê îmzeyên pêwist hatine komkirin” û “biryar hatiye stendin ku parlament di 14’ê Îlonê de were vekirin.”

Lê li gorî rêziknameya navxweyî ya parlementa Başûrê Kurdistanê, beriya ku banga civînê ji endamên meclîsê re were kirin divê beriya wê bi 48 saetan danezana banga civînê were şandin. Ji ber vê jî tê diyarkirin ku wê vekirina parlamentê 48 saetan bi derengî were vekirin.

Di heman demê de Tevgera Goranê jî ji bo vekirina parlamentê û nîqaşkirina beşdariyan, meclîsa xwe ya partiyê vexwend civînê.

PARLAMENT ÇAWA HATIBÛ GIRTIN

Di 12’ê Cotmeha 2015’an de PDK’ê nehişt ku serokê parlamentê yê ji Goranê Dr. Yûsûf Mûhammedî têkeve Hewlêrê û parlament girt. Goranê jî gotibû ku ev “derbe” ye.

Mûhammed vegeriyabû Silêmaniyê û gotibû, “Peywira Barzanî qediyaye, ne ya serokê parlamentê. Paytexta Kurdistanê hatiye dagirkirin.” PDK’ê piştre jî 5 wezîrên Goranê yên di hikumetê de ji kabîneyê avêtibû.

Barzanî di sala 2005’an de ji aliyê parlamentê û di sala 2009’an de jî bi dengdana gel ji bo Serokatiya Başûrê Kurdistanê hatibû hilbijartin lê di sala 2013’an de peywira wî qediya. Lê parlamentê peywira Barzanî du salan dirêj kir.

Dirêjkirina serokatiyê jî di 20’ê Tebaxa 2015’an de tijî bû, lê wî êrîşên DAIŞ’ê kir hincet û peywira serokatiyê domand.

Di hilbijartinên sala 2013’an de PDK 38, Goran 24, YNK 18, Yekgirtû Îslamî 10, Komeleyê Îslamî jî 6 parlamenterî bi dest xistibû. Yên din jî ji ber kotayê ji kêmneteweyan re hatibû hiştin.

Li Başûrê Kurdistanê piştî hilbijartina 2013’an 9 mehan civîn domiyabûn û bi koalîsyona PDK, YNK, Goran, Yekgirtû  Îslamî û Komala Îslamî re hikumet hatibû avakirin.

Lê PDK piştî ku di 12’ê Cotmeha 2015’an de nehişt ku serokê parlamentê têkeve Hewlêrê û wezîrên Goranê ji hikumetê avêt û şûnde, tena serê xwe Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibe.