Wê li Amed, Wan û Cizîrê ji bo Kurdî mîtîng bê kirin

Komîsyona 21’ê Sibatê diyar kir ku ji bo xwedî li Kurdî derbikevin wê li Amed, Wan û Cizîrê mîtîngan lidar bixin.

Kampanya ku Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê, bi daxwaza “Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” di 22’ê Si       batê de dabûn destpêkirin, didome. Di çarçoveya kampanyayê de wê komîsyonê biryar girt ku li Amed, Wan û Cizîrê mîtîng lidar bixin.

MÎTÎNGA DESTPÊKÊ Wê LI CIZÎRÊ BE

Wê mîtîng bi dûrişmeyên “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” û “Bila sedsal 21’êmîn bibe sedsala zimanê kurdî” bên lidarxistin. Mîtînga destpêkê wê di 3’ê Hezîranê de li Cizîrê pêk bê. Wê komîsyon bi heman dûrişmeyan di 4’ê Hezîranê de li Wanê û di 7’ê Hezîranê de jî li Amedê mîtîng lidar bixin.

Wê di mîtîngan de qala girîngiya kampanya ziman bê kirin. Ji bo mîtîngên Wan û Cizîrê serlêdan hatine kirin û ji bo mîtînta Amedê jÎ wê di 31’ê Gulanê de serlêdana bê kirin. Li bajarên ku mîtîng li wan bên kirin ji niha ve xebatên dest pê kirine. Wê di hefteyên bê de bi civînên çapemeniyê mîtîng bên ragihandin.