Wê cenazeyê Xatûn Tûglûkê di saet 14.00’an de bigihêje Dersimê

Cenazeyê diya Aysel Tûglûk, Xatûn Tûglûk a ku duh ji ber êrîşan ji gorê hatibû derxistin wê bibin Dersimê. Cenaze wê di saet 14.00’an de bigihêje Dersimê.

Cenazeyê diya Aysel Tûglûk, Xatûn Tûglûk ya ku piştî li Goristana Încîkê ya Enqereyê hate veşartin ji ber êrîşan ji gorê hate derxistin, duh şandin Dersimê. Konvoya cenaze di saet 02.30’an de ji Enqereyê kete rê. 4 wesayîtên Emniyeta Enqereyê jî di konvoya cenaze de ye. Tê payîn ku cenaze di saet 14.00’an de bigihêje Dersimê. Piştî merasîmê wê cenaze li Goristana Shengê were veşartin.

DESTÛR NEDAN KU TÛGLÛK BI CENAZE RE BE

Aysel Tûglûk a ku ji bo beşdarî cenaze bibe du roj destûr dabûn wê, vê carê jî destûr nedan ku bi cenaze re be. Tûglûk wê li malê şînê bigerîne. Tûglûkê xwest ku diya wê li kêleka gora yek ji kadroya pêşîn a PKK’ê Sakîne Cansiz were veşartin. Lê ji ber ku li vê derê cih tune, wê li vê derê neyê veşartin.

Tê payîn ku gelek kes beşdarî merasîma veşartinê ya cenaze bibin.