Wanî: Em ê li ber kuştina Deniz Poyraz bêdeng nemînin

Waniyane gotin kuştina Deniz Poyraz bi plan e û tê xwestin ku ser vê bigirin, peyam dan ku ew ê bêdeng nemînin.

Waniyan têkilî kuştina Deniz Poyraz diyar kirin ew ê bêdeng nemînin, bi têkoşînê li ber xwe bidin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûsa Îtah diyar kir berpirsên komkujiyê li ber çavan in, dibe ku komkujî bibe destpêka serdemeke nû. Îtah diyar kir desthilata berdest bûye hêzeke paramîlîter û got, ''Faîlên wan dibe ku bibin sedema kuştinên aşkere, dibe ku bibe sedema serdemeke nû, heta serdemeke nû dibe ku hin rêveberiyên din bi xwe re bîne. Divê her kesê ku li Tirkiyê dijî vê rûdanê wiha bibîne, ev guherîna ku ji bo dahatuya welatê me peyameke girîng e, wek destpêka veguherîneke demokratîk bibîne, divê kesek li bara vê komkujiyê bêdeng nemîne û li dijî vê kuştinê bisekine.''

Ibrahîm Acar jî got dewlet û daraz di kuştina Deniz Poyraz de xwe dane dest û got, ''Kujer di cih de şandin girîgehê, ev nîşana vê ye. Mirov dibîne ku dizanin wê li Izmîrê civîn çêbibe û haziriya xwe li gorî vê dikin.  Kujer Onur Gencer li avahiyê digere, plana xwe hazir dike û bi vê datîne holê ku komkujiyeke çawa wê were kirin. Ne pêkan e ku polîsên li ber konê li ber avahiya me bi vê dernexistibin. Êrîşeke mezin a bi ser HDP'ê de bû. Wezîrê Karê Navxwe û hikûmet jixwe tim gefê li partiya me dixwin. Em HDP, bi teqezî em ê bêdeng nemînin û bibin dengê Denizan.''

Giyasettîn Gultepe jî got komkuj bi plan bûye û gotinên rayedarên AKP-MHP'ê rê li vê komkujiyê vekirine. Gultepe got, ''Di rewşeke wiha de ku polîsan dora avahiya me pêça ye kujer çawa dikare bikeve hundir? Ji bo ku pêşî li lêpirsînê bigirin kujer cih de dişînin girtîgehê. Hevalên me yên ji partiyê dema ku têne destgîrkirin wan 10 rojan dihÊlin. Ev, hewldana bincilkirina komkujiyê ye.''