'Walî û qeymeqam ji bo dengan gefê dixwin'

Namzetê HDP'ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali got, Walî û Qeymeqamên Tirk ên li Bedlîsê bi bombekirinê gefê li keya, gundî û gel dixwin.

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmût Celadet Gaydali hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxand.

Gaydali diyar kir ku di vê hilbijartinê de wê şêniyên Bedlîsê dengê xwe nedin AKP'ê û got, "Bajarên biçûk li gorî namzetan helwestê nîşan didin. AKP'ê vê carê di nava namzetên herî nebaş e 'yên baş' hibijartiye. Ne bawerim ku wê bi vê lîsteyê serketî bin. Ez bawerim, em ê di vê hilbijartinê de li Bedlîsê 2 parlamenteran bi hêsanî derxînin. Dibe ku em vê hejmarê bikin 3."

Gaydali da xuyakirin ku li Bedlîsê nerazîbûna herî mezinli krîza aboriyê ye û wiha dewam kir: "Sîstem xitimî ye. Hilberîn nîne, sîrkulasyona pere nîne. Berevajî bajarên mezin, li bajarên biçûk ên mîna Bedlîsê gel êdî gelekî xizan e. Li Bedlîsê kangrenê dest pê kir. Mirov bêhêvî ne. Paşeroja xwe baş nabînin. Ji ber vê yekê jî bêdeng bûye. Ev bêdengî ne ji ber tirsê ye. Mîna volkaneke li ber teqînê ye. Bedlîs wê ji nişka ve biteqe û ew teqîn wê 24'ê Hezîranê pêk were."

Gaydali bal kişand ser gefên rayedarên dewletê yên li gelê Bedlîsê û got, "Qeymeqamên navçeyan bang li keyayan dikin û ji wan re dibêjin, 'Eger li gundê we dengek ji HDP'ê re bê dayin ez ê êşkenceyê li we bikim'. Sermeselê, di dema referandûmê de Qeymeqamê Xîzanê bang li keyayekî kir û jê re got, 'Eger dengekî 'NA' li gundê we bê dayin, ez ê bikim ku bombe li ser gundê we bê barandin'. Keya jî hat ji min re got. Min jî ji keya re got, 'Bila dema bombekirinê bêje, ez ê jî li wî gundî bim, bila bombeyan li min jî bibarînin'.

Bi dek û dolaban dixwazin bi ser bikevin. Di hilbijartina bihurî de dengên gundekî me li newalekê hiştin, qaşo ji tirsa PKK'ê. Piştî ku min bihîst ez yekser çûm. Ji min re gotin, 'Wekîlê min, em dengan diparêzin'. Li Newala Nazarê çar mînîbus sekinandibûn û qeymeqam nedihişt dengên hatine dayin ji bo jimartinê bên şandin. Qeymeqam bi rêya telefonê ji min re got, '10-15 endamên rêxistinê ji bo dengan kemîn danîne. Ji bo parastina dengan em vê idkin'. Min jî jê re got, 'di nava rojê de çend caran ji wê rêyê derbas bûm û tiştekî bi vî rengî nîne. Me bi vî rengî nehişt ku deng bên dizîn. Ji cerdevanan, ji MÎT'ê hin kes derewên bi vî rengî dikin ji bo tevlîheviyê bikin.

Walî dîsa bang li keyayan kiriye. Ji wan re gotiye, 'Keyayên hêja, Serokkomarê me we dawetî Qesrê kir. Vê qenciyê ji bîr nekin. Vê yekê di sindoqê de nîşan bidin'. Eşkere bû ku sedema vexwendina keyayan li Qesrê ev hilbijartin e. Ez timî ji dengdêrên xwe re dibêjim. AKP her tim miqarna û komirê belav dike. Mirov dikare diyariyan belav bikin, lê belê eger di berdêla diyariyan de tiştek hate xwestin, ew dibe bertîl. Di nava Îslamiyetê de bertîl heram e. Yên ku dixwazin bi rêbazên heram kêfxweş bibin, kêfxweşiya wan jî heram e. Rewşa AKP'ê ev e."