Velî Encu hate destgîrkirin

Leşkerên Tirk bi ser mala Velî Encu yê ku di Komkujiya Roboskiyê de birayê wî û gelek xizmên wî hatibûn qetilkirin, de girtin û Encû destgîrkirin.

Leşkerên Tirk li Gundê Roboskê bi ser mala Velî Encu de girtin û Encu li malê destgîr kirin. Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Roboskê bombe barandibûn û 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê yên bazirganî dikirin qetilkiribûn. Di komkujiyê de ji birayê Velî Encu Serhat Encu û gelek xizmên Velî Encu hatibun kuştin. Leşkeran piştî Velî Encu destgîrkirin birin qereqola gund.

Welatiyan anîn ziman ku nizanin çima Encu destgîrkirine û niha li qereqola leşkeran tê rawestandin.

Biraye Velî Encu ku di heman demê de parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî hêj girtî tê darizandin.