Veguherîna çiyayan a bi ser rastiya gel de

Gerîla dibe ku li çiyê be lê ti caran ji gel qut nebû ji ber ku çiyan kirin rastiya gel. Û ew kirine dergeha bêrîkirina li azadiyê û hêviya rizgariya gel.

Gerîla ji bo azadiya gelê Kurdistanê û rizgariya Kurdistanê xwe li çiyayan girtine. Ji ber ku gerîlayên Kurdistanê çiyan kirine rastiya gel. Ji ber ku çiyayên wan gelê wan bû. Gerîlayên azaiyê niha bê rawest çalakiyan li ser hev dike. Li devera ku artêşa Tirk ne li bendê ye bi carekê re derbê ji gerîla dixwe û gerîla mîna reşeyan vedikişe. Li çalakiya 2017'an a li Amedê ya li qereqola polîsan bifikirin. Bawer im bi bîra gelekan ji we tê. Gerîla tûnelê di bin qereqolê de çêdike, wêneyan digire û vedikişe. Û bi carekê re wê diteqîne. Gerîlayên HPG, YJA Starê ne cara pêşî û ne jî cara dawî ye ku bi vê şêwaza reşeyî çalakiyên wiha dikin.

Çiye ya ku ev şêwaz kirî? Cihêtî û afirandêriya di şerê serdema nû ya gerîla de çi derkete holê? Tûnelên şer ên li Wîetnamê qedera şer guherand û bûbû kabûsa leşkerên Emerîkî yên mêtinger. Baş e, gerîla di van tûnelên şer de çawa şer dike û li ber xwe dide? Mirov dikare bibêje şerê gerîla yê ji serê sala 2021'an ve destwerdaneke li artêşa Tirk a mêtinger, dijminê azadî û jinan e. Li berxwedana Garê û Siyasetê ya ku gerîla Şoreş Beytûşebbab kirî ev e. Şoreş Beytûşşebab berxwedan geş kiriye û berxwedaniyek ji fedayîtiyê wêdetir daniye. Em dikarin vê di Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de bibînin ku ji 23'yê Nîsanê ve didome. 

Gerîla ev ne ku tenê bi teknîkê kir. Gerîla hem ji bo cezakirina dagirkerên pê li axa Kurdistanê dikin û hem jî di şêwaza û taktîka şer de jî nûjenî danî. Pêvajoyeke wiha ye ku bi çarçoweya ji nû ve avabûnê yên grîlayên HPG, YJA Starê cara pêşî ye ku gelek taktîk ketine zik hev de. Şêwaza şer a gerîla a li cîhanê xwedî karakterekî asîmetrîk e.  Niha şeRê li Zap, Metîna û Avaşînê pratîka vê ye. Artêşa Tirk ji bo ku têkev tûnelên şer çeka kimyewî jî avêt lê 11 rojan nekarî bikeve tûnela şer a li Mam Reşo ya li Avaşînê. Ev tam 35 roj in nekarî têkeve tûnelên şer ên li Girê Zendûra ya Metîne. Her wiha Cîloya Biçûk a li qada Zapê.

Gerîlayên azadiya Kurdsitanê ne tenê bi afirandêrî û zengîniya taktîk her wiha îdeolohiya azadiyê ku pêgirê wê ye û di ber de berdêl daye jî ji bo perwerdebûn û profesyonelbûna gerîla bi rola xwe rabûye. Tûnelên şer ên Vîetnamê ku sala 1945'an yek ji kabûsa leşkerên Emerîkî bû, yek ji mînaka vê ya herî baş e. Tûnelên şer ên Wîetnamê qedera şer guherandine. Weke berxwedana li Siyaneyê, ku şehîd Şoreş Bêytûşşeban di tûnelên şer de mudahele li dîrokê kirî. Yanî bi tirsa ku kemînk tê de heye dagirker newêrin bikevin tûnelên şer ên li Siyaneyê û Mam Reş, li gel ku çekên kimyewî ve avêtinê, xwe nêzîkî wan nekirine û vekişiyane. Ji ber ku tûnelên şer gerîla xeftir kiriye û rengekî reşeyê daye wan. Gerîlayên HPG, YJ Starê bêguman têgîneke nû çênekirine. Tûnelên şer jixwe hebûn lê gerîlayan kirin ku têgîna fedayîtiyê ji nû ve were pênasekirin, berxwedaniyeke wiha derxistin holê.

Yek ji pêngava dî jî ya gerîla Zap, Metîna û Avaşîn e ku ez ê behsa wê nekim, ji ber ku jixwe ji salên 1980'yî ve gerîla li qada Behdînaê bi cih bûye. Li vir gelek berdêl daye, gelek çalakî kiriye, gelek şer kiriye û pêngav avêtine. Bîranîneke xwe li bin her dar, kevirekî emenet daniye li parçeyê herî biêş ê welatê Kurdistanê Başûr. Ev qad di bin serweriya gerîla de ne. Û rajoriya di şer de yê ku 23'yê Nîsanê û wir ve didome, nîşan dide ku insîyatîv di dest gerîla de ye. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku rastiya, 'xwe veşêre û dijmin bike ber kontrolê' ku yek ji rêgeza şer a gerîla ye, gerîlayên  Kurdistanê pir bi kar tînin.

Hem tûnelên şer hem jî nediyar bê ka gerîla li eraiyê kengî, ji kûderê wê derkeve tesîreke êde ya derûnî li ser artêşa Tirk kiriye. Gerîla li qada Cîloya Biçûk gelek çalakiyên wiha kiriye. Dema ku dagirker li eraziyê digerin gerîla bi carekê re derdikeve holê, derbê li dijmin dide û dîsa vedikişe cihê ku xwe lê vedişêre. Her wiha li qada Konferansa Dola ya Avaşînê piştî çalakiya YJA Starê ji bo ku nekarî xwe li wri birie û vekişe tevahiya qadê dide ber bomeyan û vedikişe.

Niha em werin ser Hêên Berevaniya Ezmanî ya Şehîd Delal ku bi derfetên kêm ên teknîkî çalakiyan dike. Dewleta Tir niha bi rehetî dikare bibêje, 'li welatê me problema bekayê heye'. Bawer im piştî çalakiyên Amed, Êlih û Şirnexê hevokeke wiha ya AKP'ê wê bibe replîkeke herî bimantiq a meclîsê.  Sînorên ku li Kurdistanê danîne, pergala berevanya sînor ku xwedêgiravî wê diparêze, tevahai pergala sînor a dewleta Tirk a faşîst pûç dike.

Gerîlayên HPG û YJA Starê gelek caran gotin ew ê bi perspektîfa 'şerê şoreşgerî yê gel' şer bikin. Gerîla dibe ku li çiya bin lê ti caran ji gel qut nebûn, ji ber ku çiya kirin rastiya gel. Û ew kirin dergeha bêrîkirina li azadiyê û hêviya rizgariya gel. Lê ev weke bizmarekê tim li bîrê kutayî hiştin. Çiyayê rastî yê gerîlayan ku Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ne, Kurd û Kurdistan bû.