Vê hefteyê li aqûbeta Tekîn ê leşkerên Tirk ew ‘winda’ kir pirsîn

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê li aqûbeta Ahmet Tekîn ê sala 1994’an dema destgîrkirî hate windakirin, pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" di hefteya 621’an de berdewam kirin. Mabatan û ÎHD'ê dîsa ji ber vîrûsê çalakî li ser tevna dijîtal çêkirin. Malbatan vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn ê di sala 1994'an de cendirmeyan li Fermandariya Jendirmeyan a Licê ew li ser rê destgîrkirin û piştre winda kirin pirsîn. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rahşan Bataray Saman çîroka Tekîn vegot. 

Rahşan Bataray Saman anî ziman ku di Gulana 1994'an de eskeran li ser rêya Liceyê dolmîşa ku Tekîn têde bû rawestandin û Ahmet Tekîn ji dolmîşê daxistin. Saman, da zanîn ku eskeran piştî Tekîn destgîr kirin birin Fermandariya Jendirmeyan a Liceyê û got: "Piştî malbata Tekîn agahî ji Ahmet Tekîn negirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Liceyê dan. Ji ber dozgeriyê biryara bêşopandinê dan, dosya şandin 7'emîn Fermandariya Milê Artêşê ya Amedê. Birayê Ahmet Bedrî Tekin jî piştî Ahmet winda bû serî li Şaxa ÎHD’ê da. Bira Tekîn anî ziman ku dema birayê wî destgîrkirin û birin Fermandariya Jendirmeyan şahidê bûyerê jî hebûn. Dema dayika Ahmet çû Fermandariyê jî dît ku di nava leşkeran de çavê Ahmet girê dabûn û xistibûn lêpirsînê. Dema dayika Ahmet kir qêrîn jî Serbazê bi navê Şahabettîn dayika Ahmet derb kir û rûyê dayika Ahmet reş bû. Hemû hewldanên malbatê bê encam man." 

Saman, anî ziman ku Tekîn di sala 1994'an de li Fermandariya Jendirmeyan a Liceyê hat destgîrkirin û 26 salin agahî jê nayê girtin.