Vê carê dewleta Tirk êrîşî kolberan kir

Piştî rejîma Îrane, vê carê jî rejîma AKP'ê êrîşî kolberan kir. Kolberên li ser sînorê Rojhilat û Başûr, bû hedefa êrîşa artêşa Tirk a li Şemzînanê. Ji ber êrîşê 2 kolber birîndar bûn, ku rewşa yekî ji wan giran e.

Kolberên ku dewleta Tirk timî êrîşî wan dike, duh bi şev bûn hedefa dewleta Tirk.

Çavkaniyên herêmî gotin, artêşa Tirk duh bi şev saet di 21:00 de, li sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrîşî kolberan kir.

Êrîş ji girên Tetê Sêlê û Şikêrê û alaya Garê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hate kirin. Ji ber êrîşê 2 kolber birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku êrîş bi "topên xarik, çekên giran ên A-4 û A-8 hatiye kirin". Tê gotin, ku rewşa yek  ji birîndaran giran e. Her wiha 8 hesp û hêstirên kolberan jî di êrîşê de hatin kuştin.

Wekî din, saet di navbera 09:00 û 11:00 de ji heman herêmê top û hawan li Girê Koordîne û Qebra Zahîr hatin barandin.

Navçeya Şemzînan a Colemêrgê li navenda sêgoşeya sînorên dewletên Tirkiye, Iraq û Îranê ye.