‘Va ye HDP, va ye Qada Îstasyonê’

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, di mîtinga Qada 5'ê Hezîranê de derket pêşberî deh hezaran û got: "Ey Erdogan li HDP'ê binêre û li Qada Îstasyonê binêre. Ey Erdogan, ey Bahçelî dest ji vê evîna xwe berdin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi slogana “Em ranewestin, faşîzmê rawestînin" li Qada 5'ê Heziranê mîtîng pêk anî. Di mîtingê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr axivî û sekna Erdogan û Bahçelî rexne kir. Di mîtingê de axaftina Baydemîr bênavber bi slogana “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û tililîyên jinan hat qutkirin.

Piştî sloganan Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir axivî. Baydemîr, diyar kir ku gelê Amedê ji bo Azadî aştî, wekhevî û edaletê li ber xwe dide û wiha got: "Di fikr û xeyalên milyonan de hatina Demîrtaş heye. Wê rojekê Demîrtaş were qadê. Gel bi hêvîya hembêzkirinê dijî. Gel bi kuştinê dest ji azadiyê bernade."

‘VA YE HDP, VAYE QADA ÎSTASYONÊ'

Baydemîr, anî ziman ku 2 sal berê li vê qadê bi tevlêbûna sed hezaran mîtîng hatibû lidarxistin û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 2 roj şûnde kesên birîndar bi dest û piyên jêkirî çûn ser sindoqê û dengê xwe dan. Wê dîmenê nîşan da ku zor nikare wijdan û daxwaza gel a azadiyê asteng bike. 2 sal in bi derewan dibêjin HDP'ê piştgiriya gel winda kiriye. Binêrin va ye HDP, vay e Qada Îstasyonê. Va ye Azadî û wekhevî. Erdogan, Bahçelî tenê rêyek dane pêş xwe. Dixwazin bi tirsê û kuştinê welat bi rê ve bibin." 

'EM FAŞÎZMÊ DEFIN BIKIN'

 Baydemîr êrîşa li dijî cenazeyê Hatun Tugluk jî şermezar kir û wiha got: "Barbarên para xwe ji mirovahiyê negirtine êrîşî cenazeyan dikin. Li aliyê din çêran ji gelê Ermenî, Kurd û Elewiyan re dikin. Serokê AKP'ê Erdogan dibêje ‘Hin mirovan vexwarine' Em jî dibêjin wan mirovan şerbeta feraseta faşîst û nijadperest ku Erdogan da ye wan vexwarine. Werin em bi hevre rejîma OHAL'ê û faşîzmê defin bikin.”

DEMÎRTAŞ BI BIRYARA ERDOGAN GIRTÎ YE

Baydemîr, anî ziman ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û wekîlên din 318 roj in, ne bi biryara dadgehê bi biryara Erdogan û Bahçelî girtî ne û wiha got: "Vîna Amedê Gultan Kişanak û 88 hevşaredar bi biryara Erdogan û Bahçelî girtî ne. Ez bang li gelê Kurd dikim. 2 sal in tişta Erdogan û Bahçelî kiriye li holê ye. Siyaseta wan dijminatiya gelê Kurd e. Em dibêjin yên dengê xwe dane AKP’ê bila êdî vê faşîzmê qebûl nekin. Ev faşîzm li dijî wan e jî. Em dibêjin êdî li pişta zaliman nesekinin."

Baydemîr bang li tevlêbûna rûniştina doza Fîgen Yuksekdag jî kir û wiha got: "Niha rûniştina wê birine salona 20 kesan. Ji ber ku ditirsin. Ditirsin ku wê Demîrtaş û Yuksekdag bêjin çi. Erdogan, li Almanya di civîna G20'ê de hedê xwe derbas kir û ji Demirtaş re got 'Terorîst' Em jî û gel jî dizane kî teroîst e û kî ne terorîst e. Kesên aştiyê dixwazin îro girtî ne. Fîgen Yuksekdag, Demirtaş, Îdrîs Balûken û hevşaredarên me îro tenê ji ber fikrên xwe girtîne. “

HIŞMENDIYA ENQERE Û BEQDÊ YEK E

Baydemîr, destnîşan kir ku piştî pêvajo xera bû şer jî dest pê kir û wiha berdewam kir: "Ji bo gelê Kurd li Rojava nebe xwedî statu û ji bo ku HDP'ê 80 wekîl şandin meclîsê, Erdogan û Bahçeli, bûn yek û gef xwarin. Rojava û Başûr tehdît dike. Hişmendiya Enqere, Şam û Bexdayê yek e. Hemû li dijî gelê Kurd dijmin in." 

‘GER ARMANCA WAN A AŞTIYÊ HEBÛYA TECRÎD LI SER OCALAN PÊŞ NEDIXISTIN'

Baydemîr herî dawî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Ger ku armanca wan a aştiyê hebûya wê tecrîd li ser Ocalan zêde nekirana. Tecrîd pêş xistin û piştre şer dan destpêkirin. Qeyûm tayîn kirin. Bexda jî ji ber ku dijminê Kurdan e, îro Waliyê Kerkûkê ji peywirê digire. Enqere û Bexda dişibin hev. Îro faşîzm dijminê herî mezin ê welat e. Em bang li hemû gelê xwe dikin. Werin em tev bibin yek û bi hevre faşîzmê li vî welatî defin bikin. Em bi hev re vê zilmê ji holê rakin.

Gelê Tirkiyeyê ger ku bi rastî dixwaze bi Kurdan re bijî wê demê bila li Stenbol, Îzmir, Enqere li dijî êrîşên faşîst dengê xwe bilind bikin. Bila ji nijadperestiyê re bêjin na. Em tev di bin baneyê HDP’ê de ji faşîzmê re bêjin na. "

Mîtîng bi stranên Azad Bedran bi dawî bû.