Turnuvaya voleybolê ya ciwanan dom dike

Turnuvaya voleybol a li ser navê Şehîd Ferhat Goyî û Şehîd Nûpelda Amed ku hatibû destpêkirin dom dike. Lîstika îro di navbera saziya Tevgera Ciwanên Mexmûr  û ciwanên Semta 2 a Şehîd Xebat Dêrik  de hate lîstin. Lîstik bi serketina Saziya ciwanan qediya.

Turnuvaya voleybol a di bin sêwana Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) li ser navê Şehîdê Ferhat Goyî û Şehîd Nûpelda Amed ên di berxwedan Rojava de şehîd bibûn hatibû destpêkirin dom dike.

Îro jî tîma li ser navê Tevgera Ciwanên Mexmûr û ciwanên semta 2 a Şehîd Xebat Dêrik hatin pêşberî hev. Lîstik bi serketina saziya ciwanan 3-1 bi serketin.

Tîmên tevlî turnuvayê bûne wiha ne: Tîma Saziya Malbatên Şehîdan, Mamoste, Navenda Çand û Huner a Mexmûr, Şehîd Rûbar Goyî, Şehîd Xebat Dêrik, Şehîd Çîçek, Saziya Ciwanan û Şehîd Xebat.