Tûrgût: Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet dibêje şer

Berdevkê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût ku sala 2009'an bi banga Ocalan hate Tirkiyeyê got, "Ji bo aştiyê em çiqasî hewl bidin jî nêta dewletê ya ji bo lihevkirinê nîne. Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet bi qeyûman dibêje şer."

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7'ê Tebaxê de çûn Îmraliyê û hevdîtin pê re kirin. Piştî hevdîtinê peyama Ocalan bi raya giştî re hate parvekirin. Ocalan di peyama xwe de got, "Ez hewl didim qadekê ji Kurdan re biafirînim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Di nava hefteyekê de dikarim şer rawestînim, dikarim îhtimala şer ji holê rakim. Ez dibêjim; ez dikarim çareser bikim, ji xwe piştrast im, ji çareseriyê re amade me. Lê belê divê dewlet, aqlê dewletê jî ya pêwîst bike." Berdevkê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût ku sala 2009'an bi banga Ocalan ji kampa Mexmûrê hat Tirkiyeyê daxuyaniyên dawî yên Ocalan nirxand.

Tûrgût anî ziman ku Ocalan 30 sal in bêkêmasî ji bo aştiyê hewl dide û got, "Rêberê me her tim aştî xiste rojevê û ji bo vê jî gelekî hewl da. Wî zanîbû ku meseleya Kurd ku temenê xwe zêdeyî sed sal in tenê bi şer bi dawî nabe. Ji sala 1993'an ve ji bo aştî û çareseriyê hewl dide. Di sala 2005'an de ev hewldanên wî yên ji bo aştiyê hîn bêhtir kete rojevê. Mixabin me ji destpêkê ve zanîbûn û didîtin ku vê dewletê ti carî xwe neda ber çareseriyê."

HER KESÊN XWE MIROV DIBÎNE DIVÊ TEVLÎ VÊ TÊKOŞÎNÊ BIBE

Tûrgût diyar kir ku tevî hemû gavên dewletê yên li dijî aştiyê, Rêberê Gelê Kurd Ocalan û gelê Kurd bi gavên xwe her tim nîşan dan ku ew alîgirê aştiyê ne. Tûrgût anî ziman ku yek ji van gavên girîng jî Koma Aştiyê ya sala 2009'an ji Mexmûrê hat û got, "Hatina me ji ber hesreta me ya ji bo aştiyê bû. Lê belê dewletê çi kir? Ew mase jî qeliband. Di hevdîtinên aştiyê de yên sala 2013'an dest pê kirin, li welêt rewşeke aram hebû. Mixabin xwestin vê aramiyê têk bibin û dewletê ew mase qeliband."

Tûrgût ragihand, îro jî Ocalan ji bo aştiyê hewl dide, ji bo vê bi rengekî eşkere bang kiriye û destnîşan kir, divê dewlet jî guh bide vê bangê. Tûrgût anî ziman tevî van bangên ji bo aştiyê jî gavên ku dewletê rojên dawî avêtin ne ji bo aştiyê bûn, lê ji bo şer bûn û got, "Tevî ku em ji bo aştiyê hewl didin, qeyûmên li sê şaredariyên me yên mezin hatin tayînkirin nîşan dide ku nêta dewletê nîne ku bi me re li hev bike.

Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet bi qeyûman dibêje şer. Em ê di her firsendê de her tim bêjin aştî, lê belê li dijî van nêzîkatiyên tekperest, nîjadperest û anî demokratîk em ê têbikoşin. Banga min ne tenê li gelê Kurd e. Bang li her kesên xwe mirov û bi wijdan dibînin dikim ku tevlî vê têkoşînê bibin."