Tûnç: Erol ê CHP'yî bûye berdevkê AKP'ê yê li Dersimê
Hunermend Ferhat Tûnç ku li dijî şewata li Dersimê têdikoşe got, hikumet û parlamenterê CHP'yî Gursel Erol derewan li raya giştî dikin.
Hunermend Ferhat Tûnç ku li dijî şewata li Dersimê têdikoşe got, hikumet û parlamenterê CHP'yî Gursel Erol derewan li raya giştî dikin.
Hunermend Ferhat Tûnç bi bîr xist ku şewata li gundikê Balî û gundê Muşkirekê ev 5 roj in dewam dike û got, "Piştî destwerdana doh şewata li qadeke girîng hate vemirandin. Li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin ku bi amûrên çandiniyê dest li şewateke wiha mezin tê werdan. Dewlet bêguman dikare bi derfetên xwe di demeke zûtir de vê şewatê vemirîne. Lê belê bersiv ji ti bangeke me ya di vî warî de nehate dayin."
Doğal yaşamın yok edilişine sebep olanlar, büyük bir insanlık suçu işliyor. Buna seyirci kalmak, bu suça ortak olmaktır. Ormanları yakarak dünyanın hiç bir yerinde güvenliğin sağlandığı görülmemiştir. Hiç bir gerekçe orman katliamını haklı gösteremez. Orman yakmak cinayettir! pic.twitter.com/W5H7IOWWAO
— FERHAT TUNÇ (@ferhatttunc) August 21, 2018
'BEŞEK JI POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ YE'
Tûnç da xuyakirin ku şewitandina daristanan beşek ji polîtîkaya 'ewlekariyê' ye û wiha dewam kir: "Polîtîkayên ewlekarîparêz bêhn li vî bajarî çikandine. Daxuyaniyên ku rayedar didin dûrî ji rastiyê ye. Ya ku raya giştî dixapîne, wêne û dîmenên li ser medya civakî nînin. Ya ku raya giştî dixapîne daxuyaniyên Walîtiya Tûncelî û Serokatiya AKP'ê ya Bajêr e."
Dün, Munzur Milli Parkı sınırları içinde bulunan Bali mezrası ile Müşkirek (Egriyamaç) köyleri arasında 3 gündür devam eden yangına müdahale için bölgedeydik. Yangının etki alanını azaltmak için uğraştık. Dersimli doğasever genç arkadaşlarımızın emeğine, yüreğine sağlık. pic.twitter.com/sLC6P6w8Ij
— FERHAT TUNÇ (@ferhatttunc) August 21, 2018
'EROL Ê CHP'YÎ BÛ BERDEVKÊ AKP'Ê Û DIJMINATÎ LI DERSIMÊ KIR'
Tûnç got, ji ber ku daxuyaniyên Walîtiyê têra xapandina raya giştî nekir, vê carê Parlamenterê Xarpêrtê yê CHP'yî Gursel Erol kete nava liv û tevgerê û got, "Gursel Erol di roja dawî de ku şewata li Xozadê hate kontrolkirin, tenê ji bo 5 deqeyan ahtibû. Ji ber daxuyaniyên wî yên alîgir û dûrî ji berpirsyariyê, ez Gursel Erol şermezar dikim. Gursel Erol bi daxuyaniya xwe weke ku berdevkê AKP'ê ye tevgeriya û bi awayekî vekirî îlan kir ku ew dijminê vî bajarî û vê xwezayê ye."
Dersim Geyiksuyu’na bağlı Müşkürek köyü ve Bali mezrası arasında çıkan yangını söndürmek için çalışmalarına katılan Ferhat Tunç duyarlılık çağrısı yaptı. Yangın bölgesine Hdp pm üyemiz Cevdet Konak, il örgütümüz ve diğer stk üyeleri katılarak çevreci arkadaşlara destek verildi. pic.twitter.com/0dqGsQj69b
— Dersim Hdp (@dersim_hdp) August 20, 2018