Tûnç: Dewleta Tirk li dijî gelê xwe şer kir

Di salvegera êrişên qirkeriyê de ku li Cizîrê 21 kes hatin kuştin, daxuyaniyek hate dayin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Navçeya Cizîrê ji ber salvegera ragihandina qedexeya derketina derve ya destpêkê di navbera 4-12'ê Îlona 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk hat, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêveberên rêxistina HDP'ê ya Şirnex û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tûnç daxuyanî da. Tûnç bal kişand ser lêpirsînên ku bêencam mane û wiha got: "Li ser qedexeya derketina derve û binpêkirinên dijwar ên mafan pênc sal derbas bûn. Lê piraniya lêpirsînên ku hatibûn destpêkirin de bêencam man. Ligel vê yekê ku di piraniya dozên ku di derheqê komkujiyê de hatine vekirin de delîlên zelal hene, biryara neşopandinê hate dayîn. Di navbera 4-12 Îlona 2015'an de 21 kesan jiyana xwe ji dest da. Her çend pênc sal bi ser qedexeyê re derbas bûn jî, ji 9 dosyayên ku ji bo kiryaran hatine vekirin biryara neşopandinê hat dayîn û 6 ji wan bi dembohirînê re hatin hiştin. Di vê pêvajoyê de piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dan zarok û extiyar bûn. Li gel qedexeyan li Cizîrê serdemeke nû dest pê kir"

'GELÊ CIZÎRÊ WÊ JI BÎR NEKE

Tûnç anî ziman ku li ser navê 'aramiyê' li navçeya wan komkujî pêk hatin û wiha domand: "Divê baş were zanîn ku qedexeya derketina derve ya ku di 4'ê Îlona 2015'an de hat ragihandin,  bi gotin û fermana serokwezîrê wê demê pêk hat. Bi ragihandina qedexeyê re di 14'ê Kanûna 2015'an de, ew di rastiyê de tevahiya bajarê ku nifûsa wî 150 hezar e hedef hat girtin. Bila baş bê zanîn ku ne em û ne jî gelê Cizîrê tiştên qewimîne û hatine serê wan wê ji bîr nekin."

'KESÊN KU ZAROK Û EXTIYARAN QETIL KIRIN TERORÎST IN'

Piştî Tûnç, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî axivî. Îmîr jî destnîşan kir ku kesên ku qedexeyên derketina derve ragihandin bûn berpirsiyarên komkujiyan e û got: "Qedexeyên ku 4'ê Îlonê dest pê kirin, îlana şerê li dijî gelê Kurd bû. Ev şer di heman demê li hemberî jiyaneke demokratîk bû. Kesên ku şer îlankirin, ger ku armanca wan a aştiyê hebûya, qedexe îlan nedikirin."