'Travmaya kuştinên kiryar nediyar ne kêmî ya Helebçeyê ye'

Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir, di serdema desthilatdariya AKP'ê de rewş ji salên 90'î bihuriye û gihîştiye asta komkujiyê.

Yê ku got, "Di serdema me de kuştinên kiryar nediyar rû neda" Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan e. Dema ku bi vî rengî axivî, hê li Cizîrê mirov nehatibûn şewitandin, li Gara Enqereyê bi sedan mirov bi bombeyan nehatibûn ukştin.

Serokwezîrekî din ê serdem AKP'e Ahmet Davûtoglû, beriya hilbijartinên parlamenteriyê yên 1'ê Mijdarê, li Wanê di mîtînga partiya xwe de işaret bi kuştinên kiryar nediyar ên salên 1990'î kir û ev mesaj da: "Dizanin, eger AK Partî ji desthilatdariyê bê xistin wê çeteyên terorê yan jî Toros ên Spî li van deran bigherin." Bi vî rengî deriyê 'kuştinên kiryar nediyar' careke din li Kurdistanê vekir.

Li gorî raporên ÎHD, TÎHV û Saziya Ewlekariya Kar û Civakê, di dema hikûmeta AKP'ê ya navbera salên 2002-2014'an de, hejmara mirovên di kuştinên kiryar nediyar, înfaza bêpirs û îfade, binçavkirin û girtîhan de, 17 hezar 153 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Kuştinên 'kiryar nediyar' ên di salên 1990'î de yek bi yek û bi dizî dihatin kirin, di serdma desthilatdariya AKP'ê de êdî bi rengekî komî û vekirî hatin kirin. Li Êlihê, ku weke bajarê 'cînayetên kiryar nediyar' tê binavkirin, 700 cînayet hê nehatine ronîkirin. Serokê ÎHD Şaxê Êlihê Mehmet Bagatir ê ew serdem dît, ji ANF'ê re axivî.

KUŞTIN VEGUHERÎ KOMKUJIYAN

Bagatir da xuyakirin, li Kurdistan û Tirkiyeyê, di salên 90'î de mirov yek bi yek ji mal û kargehên xwe dihatin revandin, winda kirin û got, "Mirov li naverastê dihatin kuştin an jî revandin. Ji sala 2014'an û vir ve êdî mirov yek bi yek nayên kuştin, mirov bi rengekî komî tên kuştin. Mixabin em ji cînayetên 'kiryar nediyar' derbasî komkujiyên 'kiryar nediyar' bûn. Kiryarê komkujiya li Ortakoy a Stenbolê, ku berî hefteyekê hat kirin, hê nediyar e kî ye. Komkujiyên li Pirsûs, Amed û Gar a Enqereyê hê nehatine eşkerekirin. Bila kes nebêje ku dikare xwe ji berpirsyariya siyasî û hiqûqî ya van komkujiyan rizgar bike. Dîrok vê dinivîsîne. Ev yek sûcên li dijî mirovahiyê ye."

'HELEBÇEYA HERÊMÊ KUŞTINÊN KIRYAR NEDIYAR E'

Bagatir bibîr xist, bi kuştina Vedat Aydin re dema kuştinên 'kiryar nediyar' li herêmê dest pê kir û wiha dewam kir: "Li Êlihê jî di sala 1991'ê de bi kuştina Siddik Tan re kuştinên kiryar nediyar dest pê kir. Heta salên 2000'î dewam kir. Zêdeyî 700 kes bi vî rengî hatin kuştin. Winda li derveyî vê hejmarê ye. Bi gotina 'em ê çiravê ziwa bikin' dest bi kuştina mirovan kirin. Bi vî rengî xwestin daxwaza azadî û demokrasiyê ya mirovan bifetisînin. Li gelemperiya welêt, 17 hezar kes bi rengekî 'kiryar nediyar' hatin kuştin. Ev cînayet bi demê re hatin kirin. Travmaya ji ber kuştinên kiryar nediyar derket holê, ne kêmî ya Komkujiya Helebçeyê ye. Lê belê ji ber ku karekî cidî li ser vê nehat kirin, nehat qeydkirin. Lêkolîneke psîkolojîk û civakî di vî warî de nehat kirin. Ancax bi vî rengî dikarîbû pêşî li bûyeran bê girtin. Helebçeya herêmê kuştinên 'kiryar nediyar' in."

MIROV ÊDÎ BI RENGEKÎ EŞKERE TÊN KUŞTIN

Bagatir diyar kir, di serdema AKP'ê de ev rewş êdî veguheriya asta komkujiyan û bi awayekî vekirî mirov tên kuştin. Bagatir di dewama axaftina xwe de got, "Berê dihat gotin ku ew ne berpirsyar in, ya jî agahiya wan nîne û bûyer înkar dikirin. Lê mixaibin komkujiya Roboskî li pêş çavên me ye. Xelat dan berpirsyarên payebilind ên bûyerê û ew onore kirin. Tahîr Elçî li pêş bi dehan kamerayan di nava rojê de hat kuştin. Gelo bihata xwestin, wê ev bûyer ronî nebûna? Wê di nava 24 saetan de nehatibûna ronîkirin? Hiqûq li ser hêzê ne serdest e, hêz li ser hiqûqê serdest e. Em kuştina ji pişt baş dinasin. Kuştina Sefîrê Bilind ê Rûs Karlov ji pişt ve, kuştinên kiryar nediyar ên li herêmê xist bîra mirovan. Hê 24 saet derbas nebû hat eşkerekirin ku kiryar polîs e. Lê belê kuştina Tahîr Elçî hê nehatiye ronîkirin. Ev yek jî ji ber wê ye ku Tahîr elçî mîna gelê Kurd bê xwedî ye."