Tora Mafê Mirovan rapora binpêkirina mafên mirovan eşkere kir

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe ya mehekê de eşkere kir ku 7 kolber li ser sînor hatine qetilkiri û 10 jî birîndar bûne.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê rapora xwe ya binpêkirinên mafê mirovan a mehekê ya ji 21’ê Gulanê heta 21’ê Hezîranê yên li Rojhilatê Kurdistanê  li xwe digire, eşkere kir.

Li gorî raporê 7 kolberên Kurd li herêmên sînor ên parêzgehên Azerbeycana rojava, Kurdistan û Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dane. Ji van 5 di êrîşên leşkerên Îranê û Tirkiyeyê yên li ser sînor hatine kuştin û 10 kolber ji birîndar bûne.

Di raporê de tê gotin ku herî kêm 5 jinên Kurd li bajarên Dereşar, Îlam, Kirmaşan û Qeqizê ji aliyê endamên malbata xwe ve hatine kuştin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe de vê dibêje: “Di vê demê de 2 girtiyên Kurd di girtîgehên Bokan û Urmiyê de ji ber sedema pêre negihîştina bijîşk û derengxistina veguhestina nexweşxaneyên derveyî girtîgehê jiyana xwe ji dest dane û 5 welatiyên Kurd bi tometa propagandaya li dijî hikûmetê ji aliyê Dadgeha Înqlabî Îsmaî ve ji 3 mehan heta 40 salan ceza li wan biriye.

Herî kêm 5 karkerên Kurd li bajarên Seqiz, Kirmaşan, Serdeşt û Merîwanê di bûyerên kar de jiyana xwe ji dest dane û 4 Kurdên ku xwestine derkevin derveyî welat jî di rê de jiyana xwe ji dest dane.

Herî kêm 19 welatî û çalakvanên Kurd li parêzgehên Azerbeycana rojava, Kurdistan û Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û 3 girtiyên siyasî yên bi navê Viyan Mihemedî, Şakir Bêhrûz û Keyhan Mekerem li girtîgeha Umriyê li hemberî dadgehkirinek bêdadperwerî dest bi grevê kirine.”