Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê derbarê binpêkirinên mafê mirovan a ji aliyê rejîma Îranê ya li ser Rojhilatê Kurdistanê raporek mehane belavkir.
Li gorî rapora torê di meha Sibata bihorî de herî kêm 14 welatî û çalakvanên Kurd li 7 bajarên cuda yên Îranê hatine destgîrkirin, ji wana 7 kes hatine girtin û 7 kesên din jî ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê destgîrkirî ne. Di raporê de her wiha hatiye diyarkirin ku zêdetirê 30 çalakvanê sivîl, ayînî, çandî, wêjeyî û hunerî jî ji aliyê saziyên ewlehiyê yên rejîma Îranê hatine vexwandin û çendîn saetan lêpirsîn ji wan hatine kirin.
Di beşek din a raporê de ku heman torê li ser malpera xwe weşandiye, hatiye gotin ku di meha Sibatê de herî kêm 2 kolber bi navên Ebûbekir Mihemedî û Îbrahîm Pûrmihemed ji ber noqbûna di nava rûbar û reqbûna li ber sermayê jiyana xwe ji dest dane û 8 kolberên din jî birîndar bûne.
Dîsa hatiye eşkerekirin ku di nava meha Sibatê de 3 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya bajarên cuda cezayê girtîgehê di navbera 1 meh heya 5 salan li wan hatine birîn. 4 welatî li ser herêmên sînorî Qesrê Şîrîn, Somar û Pîranşar yên girêdayî bajarê Kirmanşan û Azarbaycanê Rojava ji ber teqîna mayînê birîndar bûne.
Di dawiya raporê de cih daye yên li girtîgehan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatinî darvekirin û wiha dibêje: “2 girtiyên bi navê Hamîd Mistefayî xelkê Hersîn a Kirmanşanê û Nasir Velîzade xelkê Bokanê ya Rojavayê Azerbaycanê li girtîgehên Ûrmiye û Erakê hatine darvekirin.”