Tirsa polîsên Tirk a ji Meşa Cûdî: 11 saetan rawestandin!

10 kesên ku xwestin tevlî Meşa Cûdî bibin, ji aliyê polîsan ve 11 saetan hatin rawestandin. Polîsan nehiştin ku ji avahiyên DBP û HDP’ê derbikevin.

Vê sibehê endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) gava hewl didan ji bo Meşa Cûdiyê ve bi rê bikevin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan avahiya HDP û DBP’ê ya Rezanê dorpêçkirin û nehiştin endam û xebatkarên her du partiyan derkevin. Endamên her du partiyan jî ji ber vê dorpêçkirinê li ber deriyê avahiya partiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Çalakvanan bi çepikan û stranên KURDÎ çalakiya xwe hetanî piştî nîvro saet 12’an domand. Piştre çalakvan derbasî avahiya partiyê bûn. Endam û xebatkar 11 saetan di dorpêçê de man.

BERTEKA DAYÎKAN: BERXWEDAN JIYAN E

Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Sumeyye Kîrîcî bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Ji ber birîna daran û talana xwezayê em hatin da ku tevlî meşa Çiyayê Cûdiyê bibin. Lê em di saet 6’an de hatin û me dît ku avahiya partiya me hatiye dorpêçkirin. Gava dayik hatin nehiştin ew werin jor. Me hewl da ku em herin tevlî meşê bibin. Lê bi sedan polîs pêşiya me girtin û ji me re gotin em nahêlin hûn herin meşê. Gava me sedema wê pirsî gotin 'ferman ji me re hatiye.' Em derneketin jor û li ber deriyê avahiya partiyê rûniştin. Saet ji 6'ê sibehê heya 12'ê nîvro me bi çepik û stranên Kurdî çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Dayikên aştiyê xwestin herin malên xwe lê polîsan ew şopandin û pêşiya wan girtin û ji wan pirsîn ku ew bi ku ve diçin. Dayikan jî bersiv neda wan û dîsa vegeriyan ba me. Îro çi qas derketina me asteng û qedexe bikin jî em gihiştin armanca xwe. Em neçûn, lê hevalên me tev çûn. Berxwedan jiyan e.”

‘SEDEMA TEVAHÎ KRÎZAN TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN E’

Endamê meclîsa DBP’ê Îsmaîl Kîno nerazîbûna xwe anî ziman û got ku sedema dorpêçkirina avahiya wan û astengkirina wan tenê ne ji bo netevlîbûna meşê ye û got ku li hemberî HDP û siyaseta demokratîk astengiyek pir mezin heye. Kîno diyar kir ku ev mudaxilekirina li jiyan û civaka Kurdan e. Kîno wiha pê de çû: “Ev polîtîka tenê ne têkildarî darbirînê ye. Têkildarî bîra civakê ye jî. Ev politikaya şerê taybet ya li hember Kurdan tê meşandin bi xwe ye. Îro bi awayekî bêhiqûqî û nedemokratîk em hatin astengkirin. Qanûnên wan afirandî, ew binpê dikin. Li ku derê hatiye dîtin ku partiyek siyasî were dorpêçkirin û astengkirin? Sedema tirsa wan a ku em derdikevin kolanan tirsa li hember demokrasiyê ye. Herî dawiyê HDP dê demokrasiyê û rêgezên hiqûqa gerdûnî bîne vê erdnîgariyê. Ev qirkirin jî tenê bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan wê biqede. Rakirina tecrîdê çareserkirina pirsgirêkên Rojavayê ye jî. Ji bo ku Kurd sed salên din jî bê statu bin, tecrîdê ranakin û her roj kûrtir dikin. Sedema tevahî krîzan tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”

Dorpêça ku saet di 6'ê sibehê de dest pê kiribû saet di 5'ê êvarî de bi dawî bû.