Tirsa ji PKK'ê, germav da xerakirin

Germava Hasanabdal a li Erdîşê, ku bi hezaran mirov her demsalê ji bo şîfayê tên, ji ber tirsa dewletê ya ji PKK'ê, ji aliyê qeyûmê Erdîşê ve hate xerakirin.

Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Erdîş a Wanê Mehmet Şîrîn yaşar, ku weke qeyûm li şaredariya Erdîşê hate bicihkirin, germava li herêma Zîlanê, ku çavkaniya şîfayê ye, da xerakirin.

Germava ku bi îdîaya 'PKK'î lê hene' hate xerakirin, yekane germava herêma Wanê bû. Di serî de gelê Wanê, ji Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Sêrt, Amed û gelek bajarên din mirov ji bo dîtina şîfayê dihatin Germava Hasanabdalê. Qeymeqam Mehmet Şîrîn Yaşar ê weke qeyûmê Şaredariya Erdîşê hate tayinkirin, ji ber pêkanînên xwe rê li ber nerazîbûna gelê herêmê, bi taybetî gelê Erdîşê vedike. Qeyûm Yaşar, çawa ku dest danî ser şaredariyê, weke karê destpêkê hemû karên têkildarî jin, zarok û ciwanan sekinand, tabelayên ji gelek zimanan ên li navçeyê ra rakirin. Qeyûm Yaşar, Alîkarê Midûrê Emniyeta Bajarê Wanê Mûrat Hoş ku li navçeyê gelek caran mafên mirovan bin pê kir û êşkence li welatiyan kir, kir alîkarê xwe û bi vî rengî hemû erkên şaredariyê xiste nava lepên wî.

NERAZÎBÛNA LI QEYÛM YAŞAR DEWAM DIKE

Kiryarên qeyûm Yaşar ne tenê ev in. Germava Hasanabdal, ji ber tirsa dewletê ya ji PKK'ê, bi fermana qeyûm Yaşar ji aliyê jendermeyan ve meha Çileyê hatibû xerakirin. Germava Hasanabdal, sala 1950'î ji aliyê gelê herêmê ve hatibû çêkirin. Bi salan e gelê herêmê, di her demsalê de serdana vê germavê dike û hewl dide şîfayê bibîne. Lê niha tenê xirbeyek li şûna germavê heye. Qeyûm Yaşar ku bi xerakirina germavê, çavkaniya debarê ya gelê herêmê, çavkaniya şîfayê ya gelê herêmê ji dest girt, rê li ber nerazîbûnan vedike. Bi sedan kesên hê nebihîstine ku germav hatiye xerakirin, ji bo germavê tên Erdîşê. Piştî ku dibihîzin ji neçarî yekser vedigerin cih û warên xwe yên jê hatine.

'TIRSA DEWLETÊ YA JI PKK'Ê GELEKÎ MEZIN E'

Malbateke Colemêrgî ya ji 6 kesan, ku ji bo germavê hate Colemêrgê, nerazîbûn nîşanî xerakirina germavê da. Colemêrgiyan anîn ziman ku ew her sal bi malbatî tên germavê û diyar dikin, ku dewlet bombeyan li çiyê dibarînin, daristanan dişewitîne û niha jî germav xera kiriye. Colemêrgî destnîşan dikin, ku dewlet bi destê qeyûman malên gel talan dike û nerazîbûna xwe nîşan dan:

"Xuya ye tirsa dewletê ya ji PKK'ê gelekî mezin e, ku germav jî xera kirine. Ev jî nîşan dide ku li herêmê gelekî neçar e. Eger ewqasî neçar nebûya, wê germava ku çavkaniya şîfayê ya gel e, xera nekiribûya. Ji bo çûyîna germavê em neçar in niha biçin cihekî din, lê ev jî zehmet e. Aboriya me dest nadê. Armanca dewletê ew e, ku mirov ji vê derê koç bikin, lê bila belasebep tevnegere. Eger xera bikin jî em ê rojekê ji nû ve ava bikin. Bi xerakirin û şewitandina herêma me, ew nikarin bi ser bikevin. Ev yek tenê vê nîşan dide: Ev neçariya wan nîşan dide. Di dawiya dawî de zalim wê li ser vê axê têk biçin."