Tirsa dewleta Tirk ji ‘greva birçîbûnê’: Cezayê disîplînê hate dayîn

Li girtîgehên bi hejmar 1 û 2 yên Rihayê cezayên disîplînê dan girtiyên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê di çerçoveya hevdîtina ligel girtiyên di girtîgehên Tîpa T a hejmar 1 û hejmar 2 yên Rihayê de raporek amade kir û eşkere kir.

Di raporê de hat diyar kirin ku qawişa Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê di greva birçîbûnê de ye û derbarê hevdîtina bi girtiyê ji sedî 90 astengdar Emîn Guler ê tevlî çalakiyê bûye ev agahî hatin parvekirin.

Guler ragihand ku, roja ewil dema dest bi grevê kiriye îdare bi hinceta ‘em dixwazin te di bin kontrolê de bigirin’ xwestine wî bibin hucreye, lê piştre dev ji vê biryarê berdane. Guler, anî ziman ku ji ber dest bi greva birçîbûnê kiriye, lêpirsîna disîplînê derbarê wî de hatiye destpêkirin û biryara mehek tevlîbûna wî ya çalakiyan hatiye qedexekirin û got ku niha tevî Mesût Durmuş ê di heman qawişê de di grevê de ne.

JI ALIYÊ DERÛNÎ VE ZEXT TÊN KIRIN

Di heman raporê de hat gotin ku ew bi Selamî Çîftçî ê di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T de tê ragirtin re jî hevdîtinê kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku derbarê Çîftçî de jî ji ber ketiye greva birçîbûnê, lêpirsîna disîplînê hatiye vekirin. Hat diyarkirin ku îdareya girtîgehê hevdîtin bi Çîftçî û derûnnasê di saziyê de peywirdar e, daye kirin û ji bo Çîftçî dest ji çalakiya xwe berde, xwestine wî îqna bikin.

Hat zanîn ku Tevî Çîftçî, girtiyên bi navê Aydin Oba, Kadîr Demîr ên di heman girtîgehê de tên ragirtîn jî, ev 4 roj in di gireva birçîbûnê de ne.