Tirkiyeyê xelat da malbata çeteyê Sûltanahmetê!

Malbata çeteyê DAÎŞ’ê ku xwe li Sûltanahmetê teqandibû, di rêveberiya ‘meclîsa Cerablûsê’ de ku Tirkiyeyê ava kiriye, cih digire. Tirkiyeyê raye da kesên ji malbata Nebîl Fadlî yê 11 kes qetil kiriye û wek DAIŞ’î tên nasîn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê, piştî Cerablûs dagir kirin, berê xwe bi Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ya li gundê Amarna ya mabeyna Minbic û Cerablûsê dan Minbicê.

Sedema bi gundê Amarnî hedefkirina Minbicê jî paqijkirina ew hevkariya ku bi DAÎŞ’ê re kirine. Ji ber ku delîlên gelekî xurt hebûn ku têkîliyên bi DAIŞ’ê re derdixistin holê.

Yek ji malbatên herî bingehîn a DAIŞ’î li Minbic û Cerablûsê ye, ji gundê Amarnî Malbata Fadlî ye. Ev malbat, di heman demê de li navenda Minbicê rûdinê. ‘Reîsê Malbatê’ Abid Abdullatîf e ku wek Ebu Şahab tê zanîn. 4 kurên Abdullatîf di nav DAÎŞ’ê de cih digirin. Malek wî li gundê Amarnî ye, malek din jî li navenda Minbicê ye.

ÇETEYÊ LI TAKSÎMÊ, NEBÎL FADLÎ…

Yek ji 4 kurên Abid Abdullatîf jî bombeya zindî Nebil Fadlî ye ku 12’ê Çileya 2016’an li Taksîmê 11 kes kuştin ku 6 jê tûrîstên Elman bûn. Abdullatîf yek ji dewlemendên herêmê ye. Di heman demê de yek ji kadroyên Birayên Misilman e. Ji ber vê jî ji bo demek dirêj li Erebîstana Siûdî mabû, kurê wî Nebîl ê li Taksîmê xwe teqand, li Erebîstanê hatiye dinê. Nebîl Fadlî yê 6 tûrîstên Elman û 5 sivîlên din kuştin, jiyakbûna wî li Erebîstana Siûdî ye.

Kurekî din ê Abdullatîf ên di nav çeteyên DAÎŞ’ê de jî Mihemed e. Tê gotin ku Mihemed sala 2015’an dema êrîşa li dijî balafirgeha Kuvayrs a li Hafirê hatiye kuştin.

Kurê din ê Abdullatîf jî Îbrahîm e ku dema êrîşên DAÎŞ’ê ya li dijî Cephet El Ekrat, Artêşa Şoreşgeran de miriye. 

Kurê Abdullatîf ê niha di nav DAIŞ’ê de bi awayekî çalak cih digire û hê nemiriye Memdûh e. Memdûh, dema li Minbic, Cerablûsê bû, destpêkê perwerdeya şervanan û zarokan de cih digirt. Dûvre jî derbasî qadên şer dibe.

Abid Abdullatîf û kurê wî yê mezin Îşhap hê jî li gundê Armanî ne.

BIRAYÊN ABDULLATÎF: WEZÎFEDARÊN TIRKIYEYÊ!

Ne tenê zarokên Abdil Abdullatîf DAIŞ’î ne. Her kes dizane ku tevî zarokên wî, birayên wî jî di nav DAÎŞ’ê de li Minbicê wezîfeyên payebilind hilgirtine. Navê birayên Abdullatîf ên DAÎŞ’î jî Adil, Îbrahîm û Memduh Fadlî ne. Ev her sê birayên Abid Abdullatîf jî niha li Cerablûsê ne. Adil û Îbrahîm jî li Cerablûsê di saziya qaşo polîsan a Tirkiyeyê de cih digirin ku qaşo ya ewlehiyê ne. Birayê wî yê bi navê Memduh jî di rêveberiya qaşo meclîsa sivîl de cih digire ku ji hêla dewleta Tirk hatiye damezirandin.

BIRYARGEHA DAIŞ’Ê

Mala Abid Abdullatîf a li Taxa Serab a Minbicê wek biryargeha DAIŞ’ê ya li Minbicê tê bikaranîn. Di serî de bombeya zindî ya li Taksîmê Nebîl, bi her sê zarokên xwe û birayên xwe ve li vê biryargehê wezîfedar bûn. Heta gelek Minbicî dibêjin ku Nebîl ji bo li Taksîmê çalakiya bike ji Minbicê çûye. Minbicî, serpêhatiya Nebîl a beriya DAÎŞ’ê jî vedibêjin. Dibêjin ku beriya sala 2012’an di nav komên Artêşa Azad (OSO) de cih girtine, li vir jî di nav koma Birayên Misilman a Ehrar Şamê de cih digire. Radigihînin ku piştî Ehrar Şamê derbasî DAÎŞ’ê dibe, ji bo êrîşa Taksîmê jî li dar bixe, ji vir diçe. 

NIHA BIRYARGEHA MECLÎSA LEŞKERÎ YE!

Piştî Minbic ji DAÎŞ’ê hat rizgarkirin, endamên Malbata Abdullatfî li gel DAIŞ’ê ji vir derketin. Mala Abdullatîf a wek biryargeha DAÎŞ’ê dihat bikaranîn jî piştî ji Minbicê veqetiyan vala ma. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî Minbic rizgar kirin, ev mala Abdullatîf desteser kirin. Niha jî wek biryargeh tê bikaranîn. Minbiciyên ku DAÎŞ’ê zilm li wan kiriye, dema serdana Biryargeha Meclîsa Leşkerî ya li vê malê ye dikin, dibêjin ew êşkence, heqaretên ku li wan hatî kirin tê bîra wan. Minbicî dibêjin ku eger niha karibin vê mala ku nediwêriyan di ber deriyê wê re jî bibihurin bi kar bînin, fêm dikin ku êdî Minbic azad e û ji zilma DAÎŞ’ê rizgar bûye.

NE TENÊ EV IN…

Yê berê DAÎŞ’î bûn û ronîka çavên dewleta Tirk bûn, ne tenê ferdên Malbata Fadlî ne. Ji bilî van jî gelek kesên ji Şehbayê ku berê DAIŞ’î bûn, niha di komên girêdayî Tirkiyeyê de û bi taybet jî Sûltan Mûradê de cih digirin.  

Hin kes û gundên navbihurî ev in: Halît Hamîş, ji bajarokê Exterîn, Hatim Abd El Cabbar, ji gundikê El Ela Halît Malumun, ji gundê Şiddûd, Cedan Casim, ji gundê Nûman, ji gundê Semîh El Uni, Beranê, Zekûr Malu, ji gundê Şiddudê, El Kak Hesun El Abid, ji gundê Qibbesin, Yaser Muhammed Hemid, ji gundê Şava, Abdulkadir Casim, ji gundê Şava, Rustem Marûf Ebû Muhammed, ji gundê Şavayê.

Ev kesên navên wan eşkere bûne, dema dagiriya Sûriyeyê ji DAIŞ’ê derbasî komên Sûltan Mûrad, Ehrar Şam, Firkat El Hamza bûn. Hê jî bi van koman re êrîşî Babê û gundên wê, Minbic û gundên wê dikin. Tê gotin ku ji ber piraniya van kesan ji herêma Şehbayê ne, di demên pêş de ji bo di qada Şehbayê de bandortir bin, nêzîkatiyek taybet li beramberî wan heye.