Tirkiyeyê febrîqeyên Helebê, zeytûnên Efrînê, rêyên hesinî yên Idlibê dizîn

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk hezar febrîqeyên li Helebê, bi sed hezaran darên zeytûnê yên Efrînê dizî ye û salane herî kêm 80 milyon dolar jê bi dest xistiye.

Têkilî sûcên şer ku dewleta Tirk li Sûriyê kiriye Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANF'ê re axivî û got di dest wan de gelek belge hene.

ÇETEYÊN KU DEWLETA TIRK RÊXISTINIYA WAN KIRÎ

Kurd bi bîr xist krîza ku sala 2011'an dest pê kirî ji ber polîtÎkayên rejîma Baas e û wiha behsê kir bê ka Tirkiye çawa tevê bû û çawa rêxistinî bû:

''Di destpêka krîza Sûriyeyê de ya sala 2011'an ji ber siyaseta rejîma Baasê dest pê kir, civaka Sûriyeyê li dijî siyaseta rejîma Baas serî rakir, ji bo daxwazên xwe yên rewa û kete nava têkoşînê. Bi taybetî di rojên destpêkê yên krîza Sûriyeyê de dewleta Tirk pir bi hazirtî tevgeriya. Dest avêtin hundirê Sûriyeyê û mudaxele kir. Xwest rêveçûna li Sûriyeyê li gorî xwe bi rê ve bibe, bandora xwe lê bike. Dewleta Tirk ev yek bi rêya komên Îslamî yên siyasî kir ku hemû li gel xwe hewand. 

Di heman demê de Tirkiye hemû derî û balafirgehên xwe ji kesên ku tevlî van komên Îslama siyasî bibin vekir, ku ji tevahiya cîhanê hatin. Ev komên navborî bi rêya Tirkiyeyê hatin birêxistinkirin. Bi vî rengî ew komên tundrew li Sûriyeyê (El Qaîde, Nûsra û DAÎŞ... hwd.) hatin birêxistinkirin. Ev kes bi rêya Tirkiyeyê derbasî nava Sûriyeyê bûn.''

Mirov dikare armanca Tirkiyeyê ji bo vê mijarê bêje ku Tirkiye li gorî fikir, bîrdozî û hişmendiya xwe xwest ku li Sûriyeyê hişmendiya Îslama siyasî li dijî rejîma Baasê bi bandor bike. Ya balkêş ew e ku heta beriya sala 2011'an rejîma Tirkiyeyê û Baas di nava dostaniyeke pir xweş de bûn. Lê piştî ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir, Tirkiye bû dijminê herî har ji bo rejîma Baasê. Yanî weke dostê doh bû dijminê îro ji bo Sûriyeyê. Piştre xwest ku bi rêya van komên Îslama siyasî nehêle ku projeyên demokratîk bi pêş bikeve. Nehêle ku Kurd ji vê rewşê sûdê werbigire. Ya dîtir jî Tirkiyeyê xwest ku derfetên aborî yên Sûriyeyê bixe bin xizmeta xwe û ji xwe re bi kar bîne.

REJÎMA DIZÎ Û TALANÊ

Çiya Kurd bal kişande ser ku dewleta Tirk rejîma dizî û talanê ava kiriye, her tiştê Sûriyê diziye û daye ber bazarê.

Çiya Kurd wiha axivî:

''Rejîma Tirkiyeyê ya olperest û nijadperest xwest ku axa Sûriyeyê ji bo xwe bike qada bicihbûna projeyên xwe. Xwest ji aliyê siyasî ve bandorê lê bike. Her wiha ji aliyê aborî ve Tirkiyeyê xwest ku xwe bi hêz bike. Ji ber ku bi rastî dewleta Tirkiyeyê di nava krîzeke aborî de ye û gelek pirsgirêkên xwe yên aborî hebûn. Lewma xwest ku ji derfetên Sûriyeyê yên aborî sûdê bibîne ku xwe pê bide jiyîn.

Rejîma Tirkiyeyê xwedî karekterekî bi vî rengî ye. Ji bo wê heta dawiyê diyar dibe ku dewleta Tirk di siyaseta xwe ya hundirê herêm de çawa dixwaze dewlemendiya herêmê bixe destê xwe. Her wiha ji bo gaza li Derya Spî gefê li Qibris û Yewnanistanê dixwe. Ji bo mijara petrolê derbasî Lîbyayê bû. Li Iraq û Sûriyeyê jî armanca sereke ya rejîma Tirkiyeyê ew e ku dewlemendiya herêmê dagir bike. Tirkiyeyê li Sûriyeyê her tişt xiste bazarê û diziyê. Her kes ji bo vê yekê bi rêxistin kir. Tirkiyeyê karên xwe yên li herêmê bi rêya komên weke Cebhet El Nûsra, DAÎŞ û Partiya Îslamî ya Tirkistanê meşand. Ev komên navborî dema derbasî herêmê bûn bi alîkariya hêzên Tirkiyeyê dest bi dizî û talanê kir.''

HEZAR FABRÎKAYÊ HELEBÊ HATE DIZÎN

Weke ku tê zanîn beriya krîza Sûriyeyê ji aliyê pîşesazî û bazirganiyê ve dewleta Tirk li Sûriyeyê gelek gav avêt. Bi taybetî jî li aliyê Helebê. Heleb bajarê sereke ye ji aliyê pîşesazî û aboriyê ve. Piştî ku krîza Sûriyeyê dest pê kir rejîma Tirkiyeyê çavê xwe berda Helebê. Hewl da ku ji aliyê pîşesazî ve bidize. Li gorî hejmara gihîştin ber destê me zêdetirî 1000 febrîqeyên mezin ji Helebê hatin dizîn û birin Tirkiyeyê. Zêdetirî 750 werşe hemû vegirin û xera kirin. Weke ku tê gotin, dema komên çete yên dewleta Tirk derbasî herêma Helebê bûn zêdeyî 100 milyar dolar xisar li herêmê kirin. Ev kiryar jî di navbera salên 2012 û 2016'an de bû.

DEVERÊN KU XWE NEGIHANDINÊ 80 JI SEDÎ ŞEWIWANDIN

Rejîma Tirkiyeyê Heleb ji bo xwe weke navendeke mûnafis dît. Ji bo wê jî Tirkiye xwest wê herêmê talan bike, xera bike. Her wiha cihên ku nekarîbû xwe bigihîne ji sedî 80 xera kirin

LI IDLIBÊ HESINÊN RÊYA TIRÊNÊ RAKIRIN Û FIROTIN

Li Idlibê xetên trenê hemû kirin xurde û birin li Tirkiyeyê firotin. Yanî hemû herêmên ku Tirkiye derbasî wan deveran bûn, bûn herêmên talan û diziyê. Bi rêk û pêk dizî û talan li van herêman kirin. Bi rêya vê diziya li Sûriyeyê dihate kirin û derbasî nava Tirkiyeyê dihate kirin, salane zêdeyî 10 milyar Dolar diket xezîneya dewleta Tirk. Ji vê diziyê sûd werdigirt

DEMA KU TIŞTEKÎ KU BIDIZÎN NEMA DEST BI FÎDYEYÊ KIRIN

Rejîma Tirkiyeyê û çeteyên wê piştî ku febrîqeyên Helebê hemû talan kirin û tiştek ji bo diziyê nehiştin vê carê çav berdan mirovên xweş hal û dewlemend ku wan birevînin û pereyên zêde ji wan bistînin. Ev yek ji bo komên çete bû rêbazek ji bo komkirina pereyan. Bi rengekî rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve dihate teşwîzkirin. Bi vî mirov dikare bêje ku di nava 4 salên ku dewleta Tirk li Helebê ma, xerakirineke mezin çêbû. 

LI EFRÎNÊ BI SED HEZARAN DAR HATIN BIRÎN

Kurd diyar kir ji Adara 2018'an û wir ve rejîma dizî û talanê dom kiriye, li ser hilweşîna li vê herêmê wiha got:

''Ji dagirkeriya ser Efrînê û vir ve ev rejîma dizî û talanê nesekinî. Her kes zane ku dizî û talana li Efrînê ji bo xerakirin, talankirin û guhertina bingehîn ji aliyê aborî, çandî û demografiyê de ye. Dewleat Tirk qirkirinê dike. Ev hemû di çarçoveya siyaseta qirkirinê de li Efrînê tê kirin.

Weke ku tê zanîn bi sed hezaran darên zeytûnan hate birîn. Dewleta Tirk her wiha dest li ser zeytûn û zeytên Efrînê danî.

JI BERHEMÊN ZEYTÛNAN SALÊ 80 MILYON DOLAR DIZÎN

Zeyt û zeytûn derbasî Tirkiyeyê kirin, ji wir jî firotin welatên Ewropayê. Ji ber vê yekê tenê salê zêdeyî 80 milyon dolar dikeve xezîneya Tirkiyeyê.

BERHEMÊN DÎROKÎ DIZÎN Û FIROTIN

Zêdeyî 25 navendên şûnwar hatin talankirin, dizîn. Ev karê talan û diziyê hîn jî raste rast ji aliyê hêzên leşkerî û îstîxbarata Tirkiyeyê ve bi destê komên çete ve tê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye li Efrînê qirkirina dîrokî dike. Di diziya berhemên dîrokî de Tirkiyeyê bazareke mezin çêkiriye, hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê. Li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Idlibê û her devera ku Tirkiye derbasî wê derê dibe ji aliyê dîrokî ve qir dike. Ev hemû jî bi rêya DAÎŞ û El Nûsrayê tê kirin. Bi vî rengî hemû berhemên dîrokî derbasî nava Tirkiyeyê kirin. Bazarê Dîlokê weke sûkeke pir naskirî ji bo firotina berhemên dîrokî yên ji Sûriye û Iraqê hatine dizîn lê tê firotin. Firotina berhemên dîrokî di bin berpirsyariya rejîma Tirkiyeyê de bi taybetî di bin berpirsyariya kurê Erdogan de tê kirin. Bi rêya vê yekê bi milyonan dolar qezenç kirin.

'TIRKIYÊ JI BAZIRGANIAYA PETROLÊ GELEK PERE RAKIRIN'

Çiya Kurd têkilî dahata petrolê ku li talana wê dan ev agahî da:

Li aliyê dîtir ve der barê petrola Sûriyeyê jî dewleta Tirk bazarî dikir. Petrol bi rêya DAÎŞ û El Nûsra derbasî Tirkiyeyê dikir. Herêmên weke Dêra Zor û Reqa dema ku di destê DAÎŞ'ê de bû, petrola ji herêmê di ser Idlibê (Baret Nisrîn) bi wesayitan derbasî Tirkiyeyê dikir. Di vê bazara petrolê de Tirkiyeyê qezenceke mezin kir.

Ji sedî 70 ê pêwîstiya Tirkiyeyê ya bi petrolê ji derve ve tê peydakirin. Lewma Tirkiyeyê giranî da ser wê yekê ku çawa dikare petrola Sûriyeyê bidize û ji bo xwe bi kar bîne. Xwest vê yekê jî di bin navê cuda de bike. Tê zanîn ku sala 2019'an Erdogan di civîna navdewletê de ji bo koçberan digot, divê herêmeke bi ewle ava bikin, ku 3 milyon koçberên ji Sûriyeyê lê bi cih bike. Digot ku divê petrool û bîrên Sûriyeyê bixe destê xwe ku 'li koçberên Sûriyeyê' xerc bike. Bêguman Erdogan bi rengekî eşkere û fermî diziya petrola Sûriyeyê dike. Tirkiye koçberên ji Sûriyeyê bi şêwazekî xerab ji aliyê siyasî ve bi kar tîne ku ji welatên Ewropayê sûdê werbigire. Ji bo vê jî salane bi hezaran pereyan ji Ewropayê ji bo koçberan digire. Ku bi vê yekê jî desthilatdariya xwe kûrtir dike. Ev yek pirsgirêkeke cidî ye ku AKP-MHP li nava Tirkiyeyê bûye sedem.

ARMANC Û PLANÊN WAN ZELAL IN: PÊŞÎ DAGIRKERÎ Û PIŞTRE TALAN

Çiya Kurd got armanca dewleta Tirk zelal e, arman pêşî dagirkerî û talan û avakirina rejîma talan û diziyê ye.

Kurd wiha got: 

''Armanc û pîlanên desthilatdariya Tirkiyeyê eşkere ye: Armanca xwe dagirkerî ye, welatan dagir dike. Li wê derê dizî û talanê dike. Di heman demê de talana dîrokî dike. Ev rejîm bi rê û rêbazên cuda her kesî dixapîne bi taybetî gel û civaka Tirkiyeyê dixapîne. Ji civakê re dibêje ku 'ji bo parastin û ewlehiya xwe derbasî Sûriye û Iraqê dibe. Ji bo piştgiriyê bide muxalefeta Sûriyeyê derbasî Sûriyeyê dibe'. Wan komên çete li xwe vedihewîne. Vê yekê jî bi sextekarî dike. Di bin van hemûyan de dizî û talanê dike. Yê herî zêde vê dike jî Erdogan û malbata wî ye, derdora wî ye. Bi rengekî fermî mafya xwe li Tirkiyeyê bi cih kiriye. Planên xwe bi vî rengî li ser gel û herêmê dimeşîne.''

JI ERDOGAN RE DIBÊJIN, 'DIZÊ HELEBÊ'

Li Helebê ji bo Erdogan tê gotin 'Dizê helebê ye'. Erdogan bi vî rengî binav dike. Bi rastî jî wisa ye û bi vî rengî tevdigere.

Ji bo vê talan û diziyê mezintir bike, ji bo her tiştî talan bike şer, alozî û tevlîheviyê sor dike.

ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ YÊN HATIN BIKARANÎN

Çiya Kurd li ser mijara çekên qedexe ku dewleta Tirk bi kar anî agahiyên balkêş da:

Tirkiyeyê ev komên çete bi çek kir, bi qemyonan çek derbasî Sûriyeyê kir di bin navê alîkariya mirovî. Her wiha çekên kîmyewî û yên qedexekirî di destê wan koman de dihatin dîtin. Ev li dijî gelên Helebê û Efrînê hatin bikaranîn.

Li Helebê li taxa Şêx Meqsûd çekê kîmyewî weke Sarîn hate bikaranîn. Ev yek hate tespîtkirin. Heta niha hin kes di bin bandora van çekên kîmyewî de ne. Gelek rojnamevanan, gelek rayedaran eşkere kirin ku ev çek û alavên leşkerî yên derbasî nava Sûriyeyê kirin ji bo aloziyê bû. Dîmenên dawî yên SADAT'ê nîşan dide ku ew bi xwe di nava vî karî de ne. Ev rastiyeke. Lewma tiştên ku AKP-MHP'ê li Sûriyeyê kir weke yên DAÎŞ'ê bû, DAÎŞ temam kir. Bi her şêwazî derfet û çek dan DAÎŞ'ê, El Nûsra û komên niha yên heyî. Bi vî rengî qirkirineke mezin li gelên herêmê kir. Kiryarên ku van koman li wan herêman kir, berpirsyarên van koman divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Ji diziyê heta qirkirinê û kuştina mirovan, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kirin.

'ME BELGE GIHANDIN'

Têkildarî dizî û talana ku Erdogan li Helebê kir gelek mirovên Sûriyeyî, her wiha der barê jenosîd û guhertina demografiya Efrînê bi navê Rêveberiya Xweser me gelek rapor, dosya û belge dan saziyên navneteweyî û welatên eleqedar. Me xwest ku ev kesên berpirsyar, di serî de Erdogan û çeteyên wî bên darizandin, bi rengekî adîl. Her wiha tevahiya herêmên dagirkirî (Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) di rojeva me de ne. Ji bo van herêman karekî me yê berfireh heye. Pêwîste ev kiryarên ku çêdibin ji her alî ve hesabê wan bê pirsîn.

Bi rastî erka her kesî ye, ne tenê ya gelê herêmê ye ku êşa herî giran ji ber vê siyaseta Tirkiyeyê dikişîne. Welatên mezin, saziyên navndewletî û Neteweyên Yekbûyî divê li hemberî vê siyaseta Tirkiyeyê xwedî helwest be. Tirkiye bi vê siyaseta xwe gefê li aramî, ewlehî û hebûna her kesên li herêmê dixwe. Nahêle ku çareseriya siyasî pêk were. Diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêkan asteng dike. Lewma divê hesab jê were xwestin."