Tirkiyê li dijî biryara Kerkûkê helwest nîşan da

Wezareta Karê Derve yê Tirk li ser biryara Meclîsa Kerkûkê ku tevlî referandûmê bibe got, ‘’xelekeke dî li xeleka şaşitiyan hatiye zêdekirin’’ û ‘ev binpêkirina destûra Iraqê ye’’.

Wezareta Karê Derve yê Tirk li ser biryara Meclîsa Kerkûkê ku tevlî referandûmê bibe got, ‘’xelekeke dî li xeleka şaşitiyan hatiye zêdekirin’’ û ‘ev binpêkirina destûra Iraqê ye’’. Meclîsa Bajarê Kerkûkê îro biryar dabû ku ew lî tevlî referandûma Başûrê Kurdistanê bibe ku plansaziya wê hatiye kirin 25’ê Îlonê pêk were.

Wezareta Karê Derve ya Tirk di daxuyaniyê de helwest li dijî biryara referandûmê nîşan da û got: ‘’Wezîrê me 23’yê Tebaxa 2017’an di serdenake Iraqê de careke dî diyar kiribû ku divê dev ji referandûma di behsê de biqerin û bi taybetî amaje pê kiribû ku referandûm hewl bide ku herêmên ku nîqaş li ser wan heye di nav xwe de vehewîne, ev ê bi rîsk be.’’

Wezareta Tirk referandûm bi ‘şaşîtî’ pênase kir û bi domdarî got, ‘’Referandûma serxwebûnê jixwe bi serê xwe şaşîtiyek bû û bi biryara îro (29’ê Tebaxê)  ya Meclîsa Bajarê Kerkûkê  xelekeke dî li xeleka şaşîtiyan hatiye zêdekirin, careke dî destûra Iraqê bi rengekî cidî bin pê kiriye.’’

Kerkûk li gorî xala 140’î ya Destûra Iraqê di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê de ‘herêmên bi nîqaş in’, bi civîna Meclîsa Bajêr îro biryar da ku tevlî referandûmê bibe.

Meclîsa Bajarê Kerkûkê ku bi 41 endamî ye, îro bi tevlêbûna 26 endaman, bi 24 dengan biryar li ser da ku tevlê referandûmê bibe. 2 endamên ku tevlî civînê bûbûn biryara bêalî dan.

 Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavuşoglu 23’yê Tebaxê di serdana Hewlêrê de li ser pirsa, ‘’ji ber referandûmê wê Tirkiye sînorê xwe li Herêma Kurdistanê bigire?’’ gotibû, ‘’têkiliyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ne girêdayî referandûmê ne. Me bi rengekî dostanî ji Birêz Barzanî re fikrên xwe yên li ser referandûmê gotin.’’