Tirkiyê ji DAÎŞ'ê petrol distan û çek dida DAÎŞ'ê

Ji Beşa Aborî ya Zanîngeha Helebê Dr. Ahmet Yûsif got çekên ku yek ji aktorê pevçûna çeteyên navxwe yên Tirk Sedat Peker destnîşan kirî Tirkiyê di ber petrolê de daye DAÎŞ'ê.

Serek çeteyê Tirk Sedat Peker ku ji ber pevçûna berjewendiyê ya navxwe û ji tercîha nav çeteyan li xwe mikur hatî hatiye xwe jê vedane, amaje derheqê çekên ku diçûne Sûriyê kir û got ew ê piştre li ser vê mijarê biaxive.

Dr. Ahmet Yûsif ku li ser dahata DAÎŞ'ê lêkolîn kirî got Tirkiyê di ber petrolê de ya ku ji DAÎŞ'ê distan ne tenê desteka lojîstîk û transîtê gelek çek jî dane DAÎŞ'ê.

Yûsif diyar kir DAÎŞ'ê qadeke ku dahata wê 3 trîlyon dolar bû kontrol dikir, bi vê ne tenê li dijî Kurdan her wiha li dijî mirovahiyê jî şer ragihandibû û got, ''Di serî de fabrîka, wesayit û qadên petrolê, bihayê aborî yên qadên ku kontrol kiribû 2 trilyon dolar bû. 35 ji 100'î yên petrola Sûriyê di destê DAÎŞ'ê de bû. Dahata DAÎŞ'ê ya bi kanên ku bi kar dianî bazirganiya ku kirî sala 2014'an bûbû 2 milyar û 900 milyon dolarî.''

Têkilî hevkariya bazirganî ya Tirkiyê ya bi DAÎŞ'ê re Dr. Yûsif got DAÎŞ'ê peyrol, kanên din ên zenginiya sirûştî dida Tirkiyê û Tirkiyê jî di ber vê de çek, madeyên lojîstîk dida DAÎŞ'ê û her wiha dihişt ku çekdar ji ser sînor derbasî Sûriyê bibin, tevlî nav DAÎŞ'ê bibin.

Yûsif wiha got: ''DAÎŞ'ê îxracata petrolê di ser Iraqê re difirote Tirkiyê. Beşek jê difirote Urdinê, beşek difirote Sûriyê. Bi çeteyên Idlibê û Hamayê ev dikir. Ji aliyekî ve jî bi rejîma Sûriyê û çeteyên OSO re bazirganî dikir. Bi bihayekî erzan di ser Iraqê re ev petrol difirote Îranê. Li gel vê jî piraniya lêzimiyên wê di ser Tirkiyê re dihatin. Ji ber vê di navbeyna DAÎŞ'ê û Tirkiyê de bazirganiyeke mezin hebû. Di bazirganiya petrolê de yek ji kesê li pêş ê DAÎŞ'ê serek çeteyê bi navê Razik Madik Meksîmov bû. Ev kes ji Azerbaycanê bû. Ev kes li xwe mikur hatibû ku petrolê difiroşe Tirkiyê û rejîma Sûriyê.  Li xwe mikur hatibû ku heta bi Tirkiyê 4 hezar û 800 metro borî danîne, beşek ji petrolê wiha dane Tirkiyê. Di ber vê de jî Tirkiyê desteka lojîstîk daye DAÎŞ'ê û hiştiye ku endamên DAÎŞ'ê di ser Tirkiyê re biçin û bên. Çekên ku ji TIR'ên MÎT'ê derkertin jî vê nîşan dide. Piştevanê herî xurt ê DAÎŞ'ê Tirkiye bû, hem ji aliyê lojîstîk ve û hem jî di bazirganiyê de. Ev rewş bi hin belge û vîdeoyan jî ispat bû. Nexasim dema berxwedana Kobanê ev hevkariya Tirkiyê û DAÎŞ'ê pir geş Bû.''