‘Tîmên Tolhildanê’ çalakiya li Silopyayê li xwe girt

Çapemeniya Tirk duh ragihandibû ku li navçeya Silopya ya Şirnexê wesayîta leşkerî qelibîbû, lê derket holê ku çalakiya sabotajê hatiye kirin.

Koma ku navê “Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Îslam Gever û Şehîd Ronahî” li xwe kirî, ragihand ku roja 24’ê Adarê (Duh) saet 10:00’an li dijî wesayîtan leşkerî ya ber bi bejahiya Ercumentê ve diçû çalakiya sabotajê li dar xistine.

Tîmên Tolhildanê ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 2 leşker mirine û zêdetirî 20 leşker jî birîndar bûne.

Çapemeniya Tirk îdîa kiribû ku wesayîta leşkerî qelibiye û leşkerek miriye û 20 leşker jî birîndar bûne.

Li aliyê din Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ragihand ku 18’ê Adarê li Taxa Ardiçli ya navçeya Esenyûrt a Stenbolê 2 wesayîtên erkdarên AKP’ê şewitandine.

Dewleta Tirk têkildarî ketina helîkoptera li Çekmekoy a Stenbolê jî gotibû ‘qeza’ ye. Lê Komeke ku xwe bi navê "Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan" bi nav dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkoptera roja 11'ê Sibatê li Stenbol/Çekmekoyê li taxa Kîrazliyê kete xwarê, ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye xistin.

Komê di daxuyaniyê de gotibû; “Droneyek li perwaneya helîkopterê hate xistin û helîkopter bi vî rengî hate xistin. Di encama vê çalakiyê de du serpel û du berbaz hatin kuştin. Çalakî ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdkirina Rêber Apo hatiye kirin."

Rayedarên dewleta Tirk îdîa kiribûn ku helîkopter ji ber qezayê ketiye û eşkere kiribûn ku di encamê de serpel ê pîlot Umît Ozer, serpel Semîh Ozcan, serbaz ê çawişê pispor Îlyas Kaya û serbazê çawişê pispor Yakûp Avşar mirine.

https://anfkurdi.com/rojane/helikoptera-li-stenbole-ji-aliye-timen-tolhildane-ve-hate-xistin-110455