ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên ku wê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê bêne lidarxistin, werin şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser pêngava çareserî û azadiyê axivî û got, "Bêguman karê tê kirin pîroz e, lê belê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têrê nake. Divê hewldanên hîn mezintir bêne kirin."

Hevserokê ELDH'ê Urko Aiartza got, "Ji bo girtiyên siyasî yên mîna Abdullah Ocalan, kêmasiya îrade û mekanîzmayên pêkanînê yên xurt heye."

Hevserokê TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar got, "Me seferberî ragihand. Em ê ji Wanê biçin Amedê û dengê xwe bilind bikin."

Berxwedana Werxelê bi hemû destketiyên xwe xeta taktîkê ya şervanên tunelan diyar kir. Sekna şervanên Werxelê îro hîn jî manîfestoya herî zindî ya berxwedanê ye.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

Konfederasyona Navbera Sendîkayan û Konfederasyona Karker a Giştî ya Katalonyayê diyar kirin ku eger mirovên ji bo cîhaneke hîn baştir têdikoşin têne dîlgirtin, nabe ku ew li hemberî vê bêdeng bin û biryardariya xwe ya ji bo pêngava azadiyê nîşan dan.

Yekîtiya Sendîkayên Karker a welatê Baskê (LAB) bi wesîleya komploya navneteweyî dîmenek weşand û got, "Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e."

Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn ji hunermendên Awazê Çiya û Komara Amara gerîla Şoreş Semsûr (Devrîm Çoban) bi bîr anî.