Komeke ku xwe bi navê "Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan" bi nav dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkoptera roja 11'ê Sibatê li Stenbol/Çekmekoyê li taxa Kîrazliyê kete xwarê, ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye xistin.
Agahiyên li ser çalakiyê wiha ne: "Droneyek li perwaneya helîkopterê hate xistin û helîkopter bi vî rengî hate xistin. Di encama vê çalakiyê de du serpel û du berbaz hatin kuştin. Çalakî ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdkirina Rêber Apo hatiye kirin."
Rayedarên dewleta Tirk îdîa kiribûn ku helîkopter ji ber qezayê ketiye û eşkere kiribûn ku di encamê de serpel ê pîlot Umît Ozer, serpel Semîh Ozcan, serbaz ê çawişê pispor Îlyas Kaya û serba ê çawişê pispor Yakûp Avşar mirine.
ÇALAKIYÊN MEHA SIBATÊ
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Xemgîn Roj û Şehîd Faraşîn Sîdar meha Sibatê çalakî kirine. Li ser van çalakiyan wiha hate gotin:
"Li Amedê di demên cuda de 11 dikan û kargehên AKP'iyan hatin şewitandin.
Li 3 taxan marketên BÎM hatin şewitandin.
Li Amedê xebatkarekî PTT'ê ku sîxurî û hevkarî ji AKP'ê re dikir hate înfazkirin."