Tîma YPS'ê li dijî serokê AKP'ê yê navçeyê çalakiya bombeyî kir

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Kawa Çekdar a YPS'ê ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî mala serokê AKP'ê yê navçeyê çalakiya bombeyî kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Endamên me 1'ê Hezîranê saet di navbera 23:00-24:00 de li dijî mala serokê AKP'ê yê navçeya Nisêbînê Latîf Ozel bi bombeyê çalakî kirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "AKP a mêtinger û alîgirên wê ku li dijî gelê Kurd, çand û xaka Kurdistanê û li hemberî gerîlayên azadiyê sond xwarine, di polîtîkaya şerê qirêj de israr dikin. Di asta heyî de rêya xelasiyê ya faşîzma AKP'ê nîne. Piştî ewqas bûyerên qewimîn, xayin, alîgir û nokerên AKP'ê hemû wê bibin hedefa me. Nehiştina aramiyê êdî vî şerî pênase nake. Em ji her kesên ku destê wan di xwîna Kurdan de heye dibêjin; em ê we nehêlin! Faşîstên AKP'î yên ku me ew tespît kir, em ê li her cihî wan ceza bikin."