Tîma êşkencekar 'TÎT' li Girtîgeha Patnosê li ser kar e

Hêzên dewletê ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê qîma xwe bi êşkenceya bi girtiyan û malbatan nîne, berê tîmeke êşkencekar a bi navê 'TÎT' dide girtiyan.

Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ku par hate vekirin, bi binpêkirina mafên mirovan, zext, êşkence û rencîdekirina malbatan ji girtîgehên din jî derbas kir. Li girtîgehê ku nexweşiya weremê belav bûye, niha jî bi tîmeke taybet a bi navê 'TÎT' êşkence li girtiyan tê kirin.

Navê Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT) ku salên 1990'î ji aliyê dewleta Tirk ve di sûîqest û komkujiyan de dihate bikaranîn, li tîmeke êşkencekar a li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê hatiye kirin. Tîma ku zêdeyî mehek e vî navî bi kar tîne, terorê li girtiyan dike. Tîma êşkencekar bi giranî zextê li qewîşa 5'an dike û hin girtiyên nexweş bi navê birina nexweşxaneyê ji qewîşê derdixîne û êşkenceyê li wan dike.

Girtiyan bang li raya giştî kirin ku li ber zext û zordariya tê kirin bêdeng nemîne. Girtiyan bi rêya malbatên xwe yên çûn serdanê qala zextê kirin û diyar kirin ku gelek girtiyên nexweş bi mehan e li benda birina nexweşxaneyê ne. Girtiyan dan xuyakirin ku li revîra girtîgehê tenê doktorek heye û ev doktor jî bi rengekî kêfî girtiyan tedawî nake. Girtiyan ragihandin, kinc, radyo ya jî pirtûkên ku malbat ji wan re tînin radestî wan nayê kirin.

NEXWEŞIYA WEREMÊ BELAV DIBE

Xizmeke girtiyan Nûrê Terlak ji Jinnewsê re ragihand ku bi mehan e tedawiya bi dehan girtiyên nexweş nayê kirin û li girtîgehê nexweşiya weremê roj bi roj belav dibe. Terlak got, "Bi mehan e êşkenceyê li ciwanan, li zarokên li wir dikin. Em êdî ji wan bêzar bûn, ji roja ku girtîgeh hatiye çêkirin û vir ve pirsgirêka ava germ heye. Doktorek heye, ew jî li gorî kêfa dilê xwe tedawiyê dike. Ne derman didin girtiyan, ne jî wan dibin nexweşxaneyê. Girtiyên ku krîza dil derbas dikin jî piştî du hefteyan dibin nexweşxaneyê."

Nûrê Terlak anî ziman ku di dema serdanê de êşkence li malbatan jî tê kirin û bi vî rengî hewl didin wan bêzar bikin.