'Ti êriş nikare meşa rûmetê rawestîne'

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan destnîşan kir, ku êrişên dewleta Tirk wê wan ji meşa bi rûmet û azadiyê venegerînin û got, "Heta ku Rêber Apo û gelê Kurd azad nebe, ti jiyan ji bo me ne hêja ye."

Bi hezaran Kurdistaniyên di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê ji ber faşîzma Dewleta Tirk koçber bûn û li wargehên Başûrê Kurdistanê di şert û mercêj dijwar de man, ruxmê hovîtiyên Dewleta Tirk ên di 28 salan de, ti carî jiyaneke bêyî Rêbertî, Tevgera Azadiyê û bêyî nasnameya Kurdayetiyê qebûl nekirin. Gelê Mexmûrê îro jî ruxmê hovîtiyên Dewleta Tirk û nokerên wê di nasnameya azad de bi israr e û têkoşîna xwe qayîmtir dike.

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan, der barê meşa azadiyê, êriş û dorpêça li ser Mexmûrê ji ANF’ê re axivî. Kaçan bibîrxist ku di 5’ê Hezîranê de li dijî Wargeha Şehîd Rûsten Cûdî êrişek pêk hat û got: “Heke ne saeteke betlanê bûya, ihtimaleke mezin dê komkujiyeke mezin pêk bihata. Ji ber ku cihê êriş pêk hat, pir nêzê dibistanê bû û qada werzêşê bû. 

‘DIVÊ IRAQ Û NY’YÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN BÊDENG NEMÎNE’

Kaçan anî ziman ku ev êrişên ku li ber çavê raya giştî pêk tên rûreşiyeke pir mezin e û wiha pê de çû: “Em wek gelê Wargeha Mexmûrê, me bi dehan caran bi daxuyaniyan û bi nameyên ku me ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin de, bal kişand ser van êrişan. Lê mixabin ji derveyê hin şermezarkirinan, ti deng ji NY’yê derneketiye. Em dubare daxwazên xwe dikin, bi tayebetî ji Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê dixwazin ku li dijî van êrişan derkevin û qebûl nekin. Heta niha dewleta Tirk li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê êriş pêk anîn, bi taybetî li Kanî Masî, gelek herêmên din, Qendîlê êrişan pêk tîne û gundên herêmê dike hedef. Heta niha bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 2 serkirdeyên wan jiyana xwe ji dest dan. Em bang li hemû gelê Kurd, partiyên siyasî û pêşengên Kurd dikin. Bila bêdeng neminin.” 

‘EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA RÊBERTIYA XWE DERDIKEVIN’

Kaçan destnîşan kir ku wekî gelê Kurd ew ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dom kir: “Em ê heta dawî xwedî li têkoşîna Rêbertiya xwe derkevin. Ev têkoşîna me li Şengal, Mexmûr û bi dehan herêmên din dewam dike û li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk xwedî li erkên xwe yên neteweyî derdikeve. Lê divê rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û gelên Kurdistanê jî bi me re li dijî vî dijminê mirovahiyê (dewleta Tirk) erkên xwe yên neteweyî biparêzin û em faşîzma dewleta Tirk têk bibin.” 

‘EV ÊRÎŞ BI ALÎKARIYA KURDÊN NOKER PÊK TÊN’

Kaçan bibîrxist ku heya niha gelek êrişên hovane li ser wargehê pêk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Balafirên bi çek ên dewleta Tirk di 5’ê mehê de li wargeha me êriş pêk anîn, heya niha gelek êrişên bi vî awayî pêk anîn û bi dehan welatiyên me yên sivîl birîndar bûn û gelekan jiyana xwe ji dest da. Ev êriş bi alîkariya Kurdên noker pêk tên. Demên borî jî serê mirovên me jê dikirin. Ji bo me teslîm bigirin ev êriş pêk anîn. Ruxmî hemû êrişan gelê me dest ji berxwedana xwe berneda. Heta 2014’an vê carê DAIŞ xistin dewrê û bi destê van çeteyan xwestin gelê me teslîm bigirin. Ev lîstok bi taybetî bi destê Dewleta Tirk pêk hatin. Dewleta Tirk dixwaze gelê me teslîm bigire. Lê gelê me yê li Wargeha Şehîd Rûstem ti carî teslîm nebûye û girêdayê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ye û hemû lîstikên wan vala derdixe.” 

‘BI GEF, ÊRIŞ Û LÎSTOKAN NIKARIN ME TESLÎM BIGRIN’

Di berdewama axaftina xwe de Kaçan bilêv kir ku dema bi gef û êrişan gelê Mexmûrê teslîm negirtin, ji sala 2017’an vir ve bi dehan êriş pêk hatin û ev tişt got: “Me ev êriş bi awayekî rapor pêşkeşê NY’yê, saziyên mafên mirovan û Hikûmeta Iraqê kirin. Ev xetereyên li ser Mexmûrê bi awayekî belge, bi raya giştî re parve kiriye. Em di warê ewlehî de, di warê zarok û malbatî de di bin xetereyeke mezin de ne. Ev êriş geh bi destê DAIŞ’ê, geh bi destê Dewleta Tirk pêk tên. Ji hêla din ve ambargoyeke mezin ji PDK’ê daye ser wargehê û di her warî de wargeha me dorpêç kirine. Ev êriş êrişên plankirinî ne. Erdogan niha li Tirkiyeyê îflas kiriye. Siyaseta AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê li ber têkoşîna gelan têk çûne. Ji ber wê êrişê Ermenîstanê dike, li gel Azerbaycanê cih digir. Gelek herêma dagir dike. Ji Efrînê bigire, heta Serêkaniyê û gelek herêman dixe bin serweriya xwe û dijminahiya nirxên gelan bi pêş dixe. Em baş dizanin dê ev êriş berdewam bikin, ji ber ku em daxwaza mafê xwe dikin, em mafdarin û em ê jî heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin û mafên xwe yên însanî biparêzin. Ew çi dikin bila bikin.” 

‘TIMÎ MEXMÛR DI HEDEFA TIRKIYEYÊ DE YE’

Kaçan destnîşan kir ku ji sala 1993’yan vir ve bi dehan êriş li ser wargehê pêk hatin û bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest dan û wiha dom kir: “Ev êriş li Bihêrê, Etrûş, Nînova, Nehdara û Mexmûrê berdewam kir. Di êrişa DAIŞ’ê ya 2014’an de 4 welatiyên me şehîd ketin, 20 welatî birîndar bûn. Di sala 2015’an de DAIŞ’ê dîsa êriş kir, 2 welatiyên me şehîd ketin. Di 2017’an de Dewleta Tirk êriş kir, 5 welatiyên me şehîd ketin. Di 2018’an de 4 jinên ciwan şehîd ketin. Di destpêka 2020’an de DAIŞ’ê êriş kir 3 jinên ciwa û hin şivan jî di nav de 5 welatiyên me birîndar bûn. Di sala 2020’an de Tirkiyeyê êriş kir, 3 jinê bêrîvan jiyana xwe ji dest dan.”

‘BÊDENGÎ HEVKARIYÊ KOMKUJIYÊ YE’

Kaçan anî ziman ku hemû raya giştî jî dizane li wargehê 12 hezar medenî dijîn û wiha dom kir: “Neteweyên Yekbûyî jî, hikûmeta Iraqê jî vê dizane. Her sal hejmara gelê wargehê tê kirin û nasnameya me jî ji hêla NY’yê ve tê nûkirin. Deriyê me her dem ji çapemeniya azad re vekiriye. Kîjan sazî bixwaze li wargehê hevpeyvînan bike, deriyê wargehê vekiriye. Ev wargeheke sivîlan e û ji hêla gelek saziyan ve ev hatine qeydkirin jî. Hin saziyên leşkerî jî ev danûnstandin pêk anîn e û li vir rapor çêkirine.

Tişta me xemgîn dike, ev der di bin ewlehiya NY’yê de ye, lê NY li dijî hemû êrişan bêdeng e û hesasyeta wan gelek kêm e. Dîsa Hikûmeta Iraqê, partiyên Kurdistanî qasî ku pêwîst dike, xwedî li gelê wargehê dernakevin. Ev me xemgîntir dike. Heta niha li gel PDK’ê gelek hevdîtin hatin kirin, lê mixabin bersiv neda ti daxwazan. Ev êriş li ber çavê NY’yê û Iraqê pêk tên, li ber çavê saziyên sivîlan pêk tên. Divê Iraq nehêle ev êriş li dijî gelê herêmê pêk bên. Saziya penaberan jî rola xwe pêk nayne. Dema bêdengî hebe, êriş jî zêde dibin. Em hêvî dikin di demeke nêz de ev bêdengî rabe, heke NY, Iraq û saziyên mafên mirovan bêdeng bimînin, ev jî tê wê wateyê hevkarê van komkujiyan e.”

‘MEXMÛR ENCAMA ŞERÊ QIRÊJ Ê TIRKIYEYÊ YE’

Bi domdarî Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan got ku her kes jî baş dizane ku îro ev wargehan ji ber polîtîkayên Dewleta Tirk çêbû ye û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Di salên 90’î li dijî gelê Kurd polîtîkayeke qirkirin û pişaftinê dan destpêkirin. Bi hezaran gund hatin valakirin û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Di vê koçberiyê de gelek Kurd çûn bajarên metrepolên Tirkiyeyê, bi hezaran Kurd çûn derveyê welat û bi hezaran Kurdan jî berê xwe da vê herêmê û li ser axa xwe bûn penaber. Ev meşa azadiyê di salên 93-94’an de dest pê kir. Ev meş meşa rûmet û xwedîderketina nasname, çand û zimanê xwe bû. Nêzî 28 salan e gelê me ji ber ku nexwestin bibin çehş û noker, li vê herêmê dijî û dixwaze jiyana xwe ya azad berdewam bike. Ji 94 heta 98’an em Başûr li Etrûşê bûn. Demeke kin em li Nînova û Nehdaran man. Lê dîsa ji ber êrişên dijmin û nokerên wê PDK’ê em li wir koçber bûn. Yanî roja ku em ji gundên xwe koçber bûn, heya niha êrişên dijmin li hemû wargehan li ser gele me ranewestiyan.” 

‘HETA JIYANEK AZAD EM DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNADIN’

Kaçan da zanîn ku li Etrûşê wargeh hat parçekirin, gelê wargehê ji hev hat parçekirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Niha gelê me yê di salên 93-94’an de li gundên xwe koçber bûn, li gelek wargehan Başûrê Kurdistanê jiyana xwe didomînin. Ev wargehên wekî Sêmêl dimînin. Ev wargeh girêdayî Dihokê ye. Dîsa du wargehên wekî Girêgewrê û Misêrîkê hene. Li Qesrûkê du wargehên me hene, ev yên ku ji Etrûşê belavbûyî ne, li Herîrê du wargeh hene, lê bi gelemperî li Nînova û Başûrê Kurdistanê belav bûn. Em di sala 98’an de piştî rêwitiyek dirêj li Mexmûrê bi cih bûn. Heke bê pirsin sedema van êrişên Dewleta Tirk çiye, bêguman gelê me jiyana bêrûmetiyê qebûl nekir û ji ber vê jî êrişên xwe berdewam dike. Ji bo bi zimanê xwe yê dayikê, ji bo nasnameya xwe biparêze ev qas êrişan re vekirî ma. Di van 28 salan de êdî êrişên Dewleta Tirk gihiştiye lûtkeyê. Îro li Tirkiyeyê bi hezaran welatiyên Kurd, siyasetmedar, hevşaredar di girtîgehê de ne. Gelê Kurd ti demê dest ji nasname û zimanê dayika xwe berneda. Ji ber sekna me ya Kurdewarî û bi rûmet, Dewleta Tirk jî her dem xwest me teslîm bigire. Me ti demê dest ji jiyana bi rûmet berneda, em nebûn belaya serê ti kesî. Ev têkoşîneke herî bi rûmet e. Em bi vê têkoşîna azadiyê re hem nasname, hem ziman û hem jî çanda xwe diparêzin. Ew qas êriş û hovîtî jî ji ber vê parastina jiyana bi rûmet pêk tê. Lê em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û heta ku li ser axa xwe bi awayekî azad jiyanê ava nekin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”