Tevgera Goran projeya PDK û YNK'ê qebûl nekir

Desteya Şêwirmendiya Tevgera Goran îro li ser biryara YNK û PDK'ê ya ji bo aktîvkirina parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji bo ku gotûbêj bikin li Silêmaniyê civiyan.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) duh ji bo aktivkirina parlamentoyê civînek lidarxistîbûn.

Piştî civinê di daxuyaniya hatî kirin de hatibû ragihandin ku dibin serokatiya serokê parlamentoyê de Dr. Yûsif Mihemed ku parlamento bê aktîvkirin, lê di rûniştina 2. de hat ragihandin ku biryara hilbijartina serokê nû hatiye girtin.

Tevgera Goran îro ji bo ku mijarê gotûbêj bike civiya. Piştî civinê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî diyarkir ji bo çareserkirina krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê pêwîste parlamento ji aliyê serokê parlamento û dîwanê ve were vekirin.

Hecî têkildarî aktîvkirina parlamentoyê wiha got: "Pirsgirêka serekî ya li pêşiya ne aktîvkirina parlamentoyê, ne gûhertina serokê parlementoyê ye. Pirsgirêka bingehîn bi dawîbûna erkê serokatiya herêmê ye, lê tevî vê jî hê erka serokatiyê didomîne ye."

Hecî diyarkir ku heta ku parlamento di aliyê malî û îdarî de guhertin çênebe û sistema rêveberiyê neyê guhertin wê qebûl nekin ku parlamento were aktîvkirin.

Li Başûrê Kurdistanê pêwîst bû di 20'ê Tebaxa 2015'an de hilbijartinên serokatiya herêmê pêk bihata lê ji ber kû çênebû, di nava partiyên Başûrê Kurdistanê de weke serê krîzan tê binavkirin. Pîştî 12'ê Cotmeha 2015'an ketina serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed ya Hewlêr ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hat qastengkirin şûnde xebatên parlamentoyê hatibûn rawestandin. PDK'ê piştre 5 wezîrên Tevgera Goran yên dinava hikûmetê de ji peywîrê girtibû.