Tevgera Goran destek da hewldana KNK’ê ya li dijî dagirkeriyê

Şandeya bi pêşengtiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mistefa, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk de li Silêmaniyê bi Tevgera Goran re civiya.

Şandeya KNN’ê di bin serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mistefa de, li Silêmaniyê serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran kir. Şande ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyid Elî û rêveberên wê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de mijara yekîtiya neteweyî, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk hate guftûgokirin.

Tevgera Goran di civînê de ragihand ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştgiriya hewldanên KNK’ê dike.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo yekîtiya neteweyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ev çend roj in şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Herêma Kurdistanê rêzehevdîtinan dike.