Tevgera Goran bang li Iraqê kir ku pêşiya Tirkiye bigire

Fraksiyona Tevgera Goran li Parlementoya Iraqê daxwaz ji Wezareta Karê Derve ya Iraqê kir ku bang li Sefîrê Tirk ê Iraqê bike û jê daxwaz bike ku êrîşên dagirkeriya Tirk a li herêmê dawî bike.

Fraksiyona Tevgera Goran li Parlementoya Iraqê bi peyamekê bang li Wezareta Karê Derve ya Iraqê kir ku tavilê divê bang li Sefîrê Tirk bike ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê ya li Herêma Başûrê Kurdistanê û xaka Iraqê.

Komek parlementerên Tevgera Goran bi pêşengtiya Serokê Fraksiyona Goran Yûsif Mihemed li Parlementoya Iraqê 1'ê Hezîranê daxuyaniyek da çapemeniyê û piştre bi peyameke nivîskî daxwaza xwe pêşkêşî Wezareta Karê Derve ya Iraqê kir.

Mihemed diyar kir ku daxwaz ji Wezareta Karê Derve ya Iraqê dikin ku bang li Sefîrê Tirk ê Iraqê bike û ji bo rawestandina êrîş û talankirina xwezaya Kurdistan û navçeyên Iraqê bide rawestandin. Mihemed anî ziman ku talankirina daristanên li herêmên Kurdistanê  taybet herêma Behdînan li gorî pîvan û peymanên naventeweyî sûcên şer e.

Mihemed bal kişand ku divê hikûmeta Iraqê li Meclîsa Ewlehî û Dadgeha Navneteweyî gilî li Tirkiye bike ku ji bo zext li Tirkiye bê kirin ku neçar bimîne dawî li vê dagikerî û talana xwezaya Kurdistanê bîne.

Her wiha Parlementer Mihemed diyar kir ku daxwaz ji Serokayetiya Meclîsa Nûneran kir ku desteyekê ava bikin ku biçin asta dagirkerî û talana artêşa Tirk a li xaka Kurdistanê lêkolîn bike û bike rapor.