Tevgera Demokratîk a Kurdistanê piştgirî da hewldana KNK’ê ya ji bo yekîtiya netewî

Şandeya KNK’ê serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê kir. Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê piştgirî da hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd û dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Serdanên KNK’ê yên ji bo aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li Hewlêrê serdana Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê serokê tevgerê Xidir Rusî û endamên tevgerê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînê de her du alî li ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jî mijara dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê nîqaş kirin.

KNK’ê di civînê de behsa armanca xwe ya ji serdanan kir. KNK’ê ragihan ku armanca wan ya sereke ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê, yekîtiya aliyên siyasî, helwest û karê hevbeşe.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya dagirker jî hate xwestin helwestek cidî bi taybet ji aliyê Hikumeta herêmê û aliyên siyasî ve were nîşandan.

Serokê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê Xidir Rudî ji Rojnews re behsa naveroka civînê kir û got: “Me di civînê de behsa girîngiya yekîtiya aliyên siyasî yên Kurdistanê kir. Ev pêngav di pêşengiya karê kîjan alî debe, girînge. Em dagirkeriya dewleta Tirk red dikin, pêwîste hemû aliyên siyasî dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwest bin. Ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê, divê dijî dagirkeriyê rawesetin.”