Tevgera Azadî: PDK bi faşîzma Tirk re xwîna gerîla dirêjîne

Lijneya Rêvebir a Tevgera Azadî diyar kir ku PDK’ê mil daye faşîzma Tirk û got: “PDK dixwaze şerê navxweyî derxe û divê hemû gelê Kurd ê welatparêz li dijî vê raweste.“

Lijneya Rêvebir a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî êrîşên bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tên kirin, daxuyaniyek da. Tevgera Azadî diyar kir ku PDK bi vekirî tev li şerê li dijî gerîla dibe û alîkariya dewleta Tirk dike.

Tevgera Azadî diyar kir ku tişta ku PDK dike xiyaneta neteweyî ya herî mezine û wiha got: “Li ser daxwaza dagirkeran, li pêşiya şerê Kurdan ê bi hev re vedike. Em li dijî vê yekê ne ku Kurd li dijî hev şer bikin. Ji ber ku di vir de tenê dagiker sûd werdigre. Daxwaza me ew e ku Kurd şerê xwişk û biratiyê nekin, yekîtiya neteweyî ava bikin û li her çar aliyên Kurdistanê piştgiriyê bidin hevdu û hevdu bi hêz bikin.”

Tevgera Azadî diyar kir ku PDK bi kepçe û bi dozeran li çiyayên Kurdistanê ji bo karê leşkerî û dagirkeriya Tirk hêsan bike rê çêdike û wiha pê de çû: “Yekane karê ku li ser navê Kurdîtiyê dikin, li pêşiya qetilkirina Kurdan vedike. Bi van sûcên ku dike dixwaze Kurdan ber bi şerê navxweyî ve bibe. Qetilkirina bi dehan zarokên Kurdan bi destê Kurdan û pisûya li Xelîfan û derdora wê hatî danîn sûcek mezin e û tu hincetên wê nîne. Divê gelê me PDK’a ku di tevahiya dîrokê de bi dagirkeran re hevkariyê dike û li her çar parçeyên Kurdistanê di rijandina xwîna Kurdan de rolek mezin lîstiye, şermezar bike. PDK’ê bi awayek bi xeter dest daye faşîzma Tirk a dagirker. Ji dervey vê jî xwîna gerîlayan dirêjîne. Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge, bi kepçe û dozeran li çiyayên Kurdistanê ji karê dagirkerî û leşkeriya Tirk hêsan bike, rê çêdike.”

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Azadî, bang li gelê Kurd û hemû gelên azadiyê dixwazin kir ku li hemû Kurdistanê û her derê cîhanê şerê Kurdan ê bi hev re rawestînin û xiyaneta PDK’ê şermezar bikin.