Tevgera Azadî: Divê referandûm di berjewendiyê netewî de be

Tevgera Azadî, li avahiya navenda giştî ya xwe ya li Silêmaniyê, têkildarî bûyerên li Başûrê Kurdistanê civînek çapemeniyê lidar xist.

Tevgera Azadî, têkildarî bûyerên referandûmê ya Başûrê Kurdistanê got: “Divê referandûm di berjewendiyên civakî de bê pêkanîn.Berovajî vê wê bikeve di bin berjewendiyên hinek kes, malbat û partiyan de.” Di daxuyaniyê de, PDK’ê ji bo serkefina referandûmê hemû şert û merc ji holê rakiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev demek ku partiyên desthilatdar yên Başûrê Kurdistanê referandûm kirine rojeva sereke ya Başûrê Kurdistanê. Di dema ku gelê Başûrê Kurdistanê di nav hinek krîz û rewşek xirab dijî de, hêza ku ev rewş afirandî progapandaya referandûmê dike û pêşkêşî gel dike.”

 ‘NE BERJEWENDIYÊN NETEWÎ, BERJEWENDIYÊN MALBATÎ TÊ LI BERÇAV GIRTIN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîstiya gel bi perspektîfên çareseriyê hene û ev tişt hate gotin:

“Qasî ku referandûm ji bo veşartina têkçûnên rêveberî, spî kirina ruyê desthilat û siyasiya têkçûyî ye, ne ji bo çareser kirina pirsgirêkên civakêye. "

Eger armanca rast ji bo tiştek mîna referanndûmê hebe, ji bo viya hinek mekanîzma û zemînê siyasî û yasayî hene ku pêwîste di çarçoveya berjewendiyê netewî de bike. Berovajî berjewendiyên madî yên hinek kes malbat û partiyekê gerentî kirine. Di vir de dixwazin gel bê îrade bike û hêviya ciwanan tine bike. Eşkereye ku di xwazin bi navê referandûm û ragihandinê dewletê deshilatdariya xwe ya eşîrtî dirêj bike.

Rastiya siyasî ya vê herêmê piştrast kiriye ku ev desthilatdarî ti hesabekê ji bo deng, fikir û daxwazên gel nake. Ev ji dibe sedema ku baweriya gel bi desthilatdarî û referandûmê nebe. PDK’ a ku divê dema nazik de xwesteka wê ya referandûmê heye, hemû mercên serkeftina referandûmê tine kiriye. Ji binpêkirina serweriya xak, anîna hêzên dagirker, heya digihe nehiştina bingehek destûr, yasayî, aborî û bê baweriya gel hemû pêkaniye.

 ‘DIVÊ DEV JI KIRYARÊN ÇETEBÛNÊ BÊ BERDAN’

 Eger hêzek dagirker weke piştevanê Kurdan bibînî wê çi bendewarî ji wê referandûmê hebe. Ger hêzek weke kirêciyek demî her roj bost bi bost jêderên binerd talan bike û ti berjewendiyek ya Kurdan têde nebe û ev yek were qebûl kirin, wê çarenûsa referandûmê çibe. Eger dixwazin bi cidî fikrê gel ji bo çarenûsa gel werbigrin, pêwîst berî her tiştî li kêmasî û gendeliyên xwe mikur bên û dest ji nêzîkatiyên çetegerî, berjewendiyên hizbî û şexsî berde.

 ‘DIVÊ TÊKILDARÎ REFERANDÛMÊ PARLEMENTO BIRYAR BIDE’

Pêwîste ji berî pêk anîna referandûmê, parlamento were aktîf kirin. Di vê parlamento bi awayek yasayî, demokratîk û bê merc were aktîfkirin. Pêwîste ji bin siya hizbî derkeve derve û li ser her mijarekê biryarê bide. Pêwîste biryara parlamentoyê li ser lidarxistin û lidarnexistina referandûmê hebe.”

‘SERXWEBÛNA ABORIYÊ BI DAWÎ BÛYE’

‘Peymanên ji gel dizî tên mohrkirin, siberoja aboriyê dixe bin gefan’

Her wiha li ser peymana petrolê ya ku hikûmeta herêmê li gel Rusneftê îmze kir jî wiha hat gotin:

 “Bê guman divê jêderên petrolê û çavkaniyên giştî ji bo xizmeta civakê were bikaranîn. Pêwîste ji aliyê saziyan ve danûstandin li gel were kirin, weke parlamentoyê dengê rewa yê gele. Lê mixabin siyaseta çewt ya têkçûyî di hêla aborî de roj bi roj ji serbixwetiya aborî me durkiriye. Bi xwe diyar kirina stratejiya aboriya herêmê tenê di hêla petrolê de xeletiyek mezine û çarenûsa gelekê xistiye metirsiyê.

Li ser bingehê berjewendiyên hizbî hinek peymanên ne şefaf û ne yasayî kirine. Em hemû dizanin ku piştî van peymanan aboriya Başûrê Kurdistanê aloztir bûye û ji bo dagirkeran bûye destkeftiyek.”