TEV-DEM`ê ji bo pêşîgirtina êrîşan banga piştgiriya Şengalê kir

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê bang li hemû partî û saziyên kurdistanî kir ku piştgiriyê bidin civaka Şengalê û bi hev re pîlanên Tirkiyê têk bibin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê têkildarî êrîşên çeteyên PDK û dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê diyar kir ku ji duh ve hêzên girêdayî PDK‘ê –Îraq hêzên xwe yên nû li herêma Şengalê bi cih kirin. Îro sibehê jî dest bi êrîşên xwe li dijî YBŞ‘ê kirin. Ev buyereke gelekî bi xeter e ku piştî serdana dawî ya Barzanî ji bo Tirkiyê pêk hate.

Di dewama daxuyaniya xwe de TEV-DEM’ê destnîşan kir ku gelê Kurd û tevahî cîhanê nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê nas kiriye. Li Rojava û Başûr jî siyaseta dagirkeriyê daye destpêkirin. Bi hemû rê û rêbazan dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe. Ev yek piştî têkçûna çeteyên wê yên mîna DAIŞ û Cebhet El-Nûsra li Rojava û Başûr pêk hatiye. Di çarçoveya pîlanên xwe dest bi dagirkirina Cerablus û Başîqayê kir, armanc wan siyasetan jî zelal e ew e ku şoreşa Rojava û Şengal tesfiye bike.

TEV-DEM’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Siyasetên Tirkiyê yên dijberê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê didome. Me hêvî dikir ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêk were da ku rê li pêşiya hemû siyasetên dijberî Kurdistanê, di serî de siyasetên Tirkiyê bigire. Lê mixabin Partiya Demokratîk a Kurdistanê ku Barzanî serokatiya wê dike li şûna ku li dijî siyasetên dijberî Kurdan bisekine, lê niha pîlanên Tirkiyê pêk tîne. Barzanî bûye beşeke leşkerî û siyasî ji pîlanên Tirkiyê.

Gelê me yê li Şengalê li dijî çeteyan li ber xwe da û bi vîna û îradeya xwe herêmên xwe rizgarkirin û destekftiyên girîng ji Kurdên Êzdî û tevahî gelê Kurdistanê bi destxistin. Lê helwesta dawî ya partiya Barzanî carek din trajîdiya Ezîdiyan dûbare dike. PDK‘ê bi vê hewldana xwe gelê Kurd dixe mertisiyekê de, ji ber ku ev yek hewldanên şerê birakujî bi xwe re tîne. Em dibêjin ku wê yektîkiya gelê Kurd li piştgiriyê bide gelên Êzidî û siyastên dagirkeriya Tirkiyê têk bibe.

Dema DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kir, PDK‘ê yek gule jî neteqandin. Bi vê yekê êdî nema bûya cihê bîr û baweriyê ji gelê Kurd, Şengal û Êzidiyan. Îro êrîşan dibe ser saziyên parastinê yên ku Şengal rizgar kirin. Ev yek wê dixe odeya tewanên îxaneteke mezin li dijî Şengalê.

Em wekî TEV-DEM‘ê bang li hemû partî, saziyên netewî yên Kurdistanê dikin ku piştgiriyê bidin civaka Şengalê. Her wiha banga me ji gelê Rojava ku li kêleka civaka me yê Êzidî yê Şengalê bin. Em bi hev re pîlanên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Şengalê têk bibin.”