‘Terorîstên’ çûbûn kuvarkan berhev bikin, hatin berdan

Li Wanê 4 kesên ku Walîtiya Wanê ew kiribûn kiryarên çalakiya li Westanê, piştî êşkenceya giran dadgehê ew berdan.

Li Wanê 4 kesên ku Walîtiya Wanê ew kiribûn kiryarên çalakiya li hemberî Midûryeta Emniyetê ya navçeya Westanê, hatin berdan.

Piştî çalakiya li hemberî Midûryeta Emniyetê ya Westanê polîsên Tirk 4 kes zeft kiribû yên ku li bejahiyê ji xwe re kuvark berhev dikirin. Walîtiyê daxuyanî dabû û gotibû: “kesên ku çalakî kirine, li sûcên xwe mikur hatine” û kesên ku ketibûn binçavan, sûcdar îlan kiribû. Piştî bûyerê Cemal Aslan (53), Halîl Aslan (50), Abdulselam Aslan (35) û kesekî din ên ku hatibûn binçavkirin, îro ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.

Sê Kurd ji aliyê çapemeniya Tirkan ve hatibûn teşhîrkirin û vê çapemeniyê gotinên wisa îfade kiribû yên ku êşkenceya li ser kesan tasvîp dike.