'Terorîst dewleta Tirk bi xwe ye'

Nivîskar Rêkeft Îsmaîl got, "Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê li dijî Bakurê Kurdistanê bi kar bîne. Divê em li ber vê rabin."

Nivîskar Rêkeft Îsmaîl ji ANF'ê re axivî û ji Serokwezîrê Tirk ê gotibû 'PKK terorîst e' got, "Yên ku piştgiriyê didin DAIŞ'ê, bi destê Esedûllah û SADAT'ê Kurdan dikujin, yanî hûn terorîst in."

Îsmaîl da xuyakirin, ku hatina Serokwezîrê Tirk ji bo herêma Kurdistanê pêwendiya xwe bi guhertina bingehîn a li herêmê heye û got, "Bi taybetî di demekê de ku li ser mijara Sûriyeyê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê hevdîtinan dest pê kirine, diviyabû hikûmeta Başûrê Kurdistanê hê bi rengekî hay ji xwe heyî, nêzî vê serdanê bûya. Ji ber ku xuya ye dewleta Tirk dixwaze careke din bi destê Başûrê Kurdistanê zextê li Kurdên li Bakurê Kurdistanê bike. Di heman demê de hesabên dewleta Tirk ên tevlîbûna pêvajoya piştî operasyona Mûsilê û beşdariya li pêvajoya dîzaynkirina Sûriyeyê, hene."

'DEWLETA TIRK A KU DAIŞ, SADAT Û ESEDÛLLAH BI KAR TÎNE, TERORÎST E'

Îsmaîl nerazîbûn nîşanî Serokwezîrê Tirk da ku li Hewlêrê careke din ji PKK û PYD'ê re got 'terorîst' û ev nirxandin kir: "Ev partiyên kurd li dijî terorîstên herî hov têdikoşin. Lewma ev gotina Yildirim bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye. Tirkiye, rêveberên partiyên Kurd, hevşaredar, parlametner û serokên partiyên Kurdan ên qanûnî digire û dixe zîndanê. Bi destê SADAT, tîmên Esedûllah û komên Mîna DAIŞ'ê, li Bakurê Kurdistanê zext û şîdetê li Kurdan dike. Lewma yê terorîst ew bi xwe ye, ku terorê dike. Diviyabû Başûrê Kurdistanê jî li dijî vê yekê helwest nîşan bida."

'YA KU SERDANA WÊ HAT KIRIN NE HIKÛMET E, PDK YE'

Îsmaîl her wiha rexne kir û got, divê yên Serokwezîrê Tirk û heyeta wî pêşwazî kir, weke hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne ye nîşandan û wiha dewam kir: "Serdana li Başûrê Kurdistanê tenê ji bo partiyekê hat kirin. Ji ber ku deriyê Parlamenta Kurdistanê niha girtî ye. Ji ber ku ti biryareke li ser navê parlamentê, li ser navê hikûmetê tê girtin û rewa, nîne. Lewma hemû pêşwazî û biryarên tên girtin, ji aliyê PDK'ê û serokê wê ve tên girtin. Jİ ber ku di fermiyetê de serokê herêma Başûrê Kurdistanê jî nîne."