‘Teqîna Qamişlo û şewata li Şengalê ji hev ne qut e’’

Hevserokê Desteya Rêveber ê Meclîsa Şengalê Faris Herbo li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan da û got, ‘’Teqîna Kerkûk û Qamişlo û şewata li Şengalê ji hev ne qut e’’.

Hevserokê Deseteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo ji Stêrk Tv axivî. Herbo bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk û rewşa li Şengalê. Herbo bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdsitanê, got ti ferq di navbeyna teqîna Qamişlo û Kerkûkê de tine û domand, ‘’Li Bexdayê depoyên genim û zad hatin şewitandin. Hikûmeta Iraqê divê baş li vê bikole.’’

Herbo got Tirkiye û Îran ji bo ku aboriya Iraqê têk bibin siyaseteke gemarî dikin, di van şewatan de para dewletê jî heye û hin jê jî ji hundir destekê didin van planan. Herbo got, ‘’Lİ Şengalê 15 donim erdên dexlê hatin şewitandin. Hin mirov mirin. Du sedemên şewatên Şengalê hene. Dixwazin di navbeyna gel û rêveberiya Şengalê de nakokiyan çêbikin. Ya dî jî baran îsal gelek hat, ji boer vê mirov hatin xwestin ku erdên xwe biçînin, dixwazin vegerê asteng bikin. Bi vî rengî dixwazin li Şengalê jiyanê rawestînin. Mixabin li gel vê jî hikûmta Iraqê tiştekî nake.’’

HIKÛMETA IRAQÊ NAXWAZE GEL VEGERE ŞENGALÊ

Herbo got ji ber şewatan gel mexdûr bûye, divê ev mexdûrbûn ji holê were rakirin û got, ‘’Hikûmeta Iraqê got ew ê ziyana mexdûran bidin. Lê ji bo ku alîkariyê nedin cotkaran vê nakin, berpirsyariya xwe bi cih nayînin. Heke tevdîrên ewlehiyê bihata standin ev nedibû û gelê me bi rehetî wê vegeriyan ser axa xwe. Hikûmeta Iraqê naxwaze gelê me vegere ser axa xwe.’’

Herbo bal kişande ser rewşa Êzîdiyên ku ji bêgavî Şengal berdane û got, ‘’Jinên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin bi şertên dijwar dijîn. Ji axa xwe têne dûrxistin, mîna robotan têne xebitandin. Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo ku Êzîdî li dadgehên navnetewî dozê li wan venekin û gilihê wan nekin naxwazin gel vegere Şengalê.’’

BANG: VEGERIN ŞENGALÊ

Herbo li ser girtina korîdora mirovahiyê ya di navbeyna Şengalê û Rojava de jî got, ‘’Ev korîdor 2014’an bi xwîna ciwanên Êzîdî hate vekirin. Hikûmeta Iraqê û rêveberên Êzîdî li ber cave cîhanê biryar li ser vekirina korîdorê dan. Lê hikûmeta Iraqê soza xwe bi cih neanî. Hikûmeta Iraqê li yasayên xwe xwedî derbiketa jixwe wê nehişta ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike.’’

Herbo her wiha got, ‘’Em bang li gelê xwe dikin, vegerin Şengalê ser xaka xwe. Rewşa ewlehiya Şengalê pir baş e. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê Şengalê diparêze.’’