Temellî: Tecrîd hebe, cejn nîne!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin, cejn wê bi xêr û xweşiyê neyê pîrozkirin. Temellî diyar kir ku AKP bi nêzîkatiyeke dijminane radibe û şewata li daristanan venamirîne.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî tevlî bernameya cejnê ya partiya xwe ya li Rihayê bû. Temellî bi Kurdî û Tirkî cejn li gel pîroz kir û  diyar kir ku êşa li welêt roj bi roj giran dibe.

'TECRÎD HEBE CEJN NÎNE'

Temellî da xuyakirin ku yek ji bajarên ku êş bi giranî bandorê lê dike Riha ye û wiha dewam kir: "Dibe ku axaftinek li ser cejnê ne bi vî rengî bûya. Diviyabû bi kêf, xweşî û hêvî bûya. Lê belê di vê cejnê de welat tecrîdkirî ye. Heta ku tecrîd neyê rakirin, cejn wê bi xêr û xweşiyê neyê pîrozkirin. Ji roja ku li Îmraliyê tecrîd dest pê kiriye û vir ve, mirov ji hev cihê bûne û li ber hev hatine rakirin. Divê tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne."

'AKP BI NÊZÎKATIYEKE DIJMINANE TEVDIGERE, ŞEWATÊ VENAMIRÎNE'

Di dewama axaftina xwe de Temellî bi bîr xist ku şewata li daristanên Dersimê çend hefte ne dewam dike û bi zanebûn dest li şewatê nayê werdan ji bo bê vemirandin.

Temellî got, dema ku li herêmên din şewat derdikeve bi helîkopter û balafiran tê vemirandin û wiha dewam kir: "Wezîr li min digere, dibêje ku wê li ser bisekine, lê tiştekî nake. Dest lê wernadin. Ev yek biryareke siyasî ye. Balafirên ku bi bacên me kirî ne, ji bo vemirandina şewata li herêmên me bi kar nînin. Pasûr dişewite, Cûdî dişewite, Dersim dişewite. Ji ber nêzîkatiya dijminane, şewata li van deveran venamirînin. Aştî bi vemirandina şewata li nava me dibe."