Temellî: Guh bidin gotinên Ocalan

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got wan 31'ê Adarê rewşa siyaseta Tirk guherandin, diyar kir muxatabê çareseriyê Ocalan e û got, ''Guh bidin gotinên Ocalan''.

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Sêrtê û navçeyên wê cejn pîroz kir. Temellî û şandeya li gel serdana Rêxistina Bajêr a HDP'ê kir û ji wir derbasî Şaredariya Sêrtê bû.

'ME REWŞA SIYASETA TIRK GUHERAND'

Temellî li Şaredariya Sêrtê axivî, got, ''Di hilbijartina 31'ê Adarê de me rewşa siyaseta Tirk guherandiye û niha jî ji bo ku siyasta Tirkiyê ji vê rewşa asê derkeve me vebijêrkek ava kiriye, em bi rê ketine.''

'ME NEHIŞT FAŞÎZM BI SER BIKEVE'

Temellî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Tecrîda mitleq a ku tê maneya tecrîdkirina Tirkiyê nehatiye qebûlkriin, li dijî yên ku li Tirkiyê xwestin ku sazûmaniya faşîzmê ava bikin, nerazîbûn bi têkoşîneke berz hatiye nîşandan'' û got, ''4 salên ku me li pey xwe hiştine, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve dema tecrîda mitleq e. Di van 4 salan de her roj li Tirkiyê me şahidî ji nehiqûqî û nedadiyekê re kiriye.''

'ME TECRÎDA MITLEQ ŞIKAND EM Ê FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN'

Temelî bi domdarî got, ''Ev hewldana sazûmanîkirina faşîzmê, ev hişmendiya qeyûm 31'ê Adarê bi ser nektiye''. Temellî bi berdewamî wiha axivî: ''Me got em ê bi paş ve bibin. Tirkiye ne mecbûr û mehkûmî vê hişmendiya zordar, vê rejîma zextê ye. Em bi hev re dikarin vê bişkînin, werin em bi hev re li ser vê mijarê tişta hewce bikin, em mil bidin hev û vê faşîzmê bi paş bixin. Pêşî me got, ''Em ê tecrîdê bişkînin'' belê, me tecrîda mitleq şikand. Niha jî em ê faşîzmê hilweşînin.''

'EM Ê QEYÛMÊ STENBOLÊ HILQETÎNIN'

Temellî têkilî hilbijartina 23'yê Hezîranê ya li Stenbolê jî got, ''Niha li pêş me hilbijartina 23'yê Hezîranê heye. Li Stenbolê jî qeyûmek heye, bila deynê li ser sukra me be ku em wî qeyûmê hilqetînin û bavêjin.''

'ME EW HÎN KIRIN KU BIBÊJIN, 'KURDISTAN'

Temellî bal kişande ser Serdana Bînalî Yildirim a li Amedê, ku li wir gotibû, ''Kurdisan'' û got, ''Bi bîra we tê, 31'ê Adarê gotin, ''Kurd bile bicehimin biçin' niha li Amedê dibêjin, ''Kurdistan''. Me ev hînî wan kir; welatê me yê hevpar ê me hemûyan e, em bi ti deverekê ve naçin, em li vir in û naçin. Ê ku ji me re gotin, bicehimin biçin, me ew maliştin û avêtin.''

Temellî got, ''Ên ku dema hilbijartinê dibine ''Kurd'' û piştî hilbijartinê dibine ''gur'' em ê 23'yê Hezîranê bersiva hewce bidin.''

'HÛN Ê RÊZDAR OCALAN MUXATAB BIGIRIN'

Temellî bi domdarî got: ''Me ev ji hemû cîhanê re careke dî got, heke hûn dixwazin meseleya Kurd çareser bikin, divê hûn bi muxatabê wê re bikin û divê hûn muxatab bibin. Muxatabê vê mijrê Rêzdar Ocalan e. Ji bo vê ne hewce ye ku hûn cîhanê ji nû ve keşf bikn. 2013'an pêvajoyek çêbû. Di bîra hemû mirovan de ye. Siyaseta demokratîk cîhaneke çawa diafirîne, hinekî şanî me da.''

'EM GUH BIDIN OCALAN'

Temellî bi berdewamî got, ''Em bang li hemû civakê, gelê Tirkiyê, kedkar, jin, siyasetê, hemû saziyan, her kesî dikin; werin em hesabê 4 salan bikin, em li hev rûnin Em van şaşiyan dîsa dubare nekin. Li Imraliyê du hevdîtin çêbûn, em guh bidin peyamên ku ji vir tên. Siyasetaa demokratîk, muzakereyên demokratîk, çareseriya demokratîk, aştiya birûmet..Ev têgih pir girîng in, ev têgih banga li civakê ye. Ev banga 2013'an jî dema ku hatî kirin, refleksê ku hemû civakê danî holê em bi bîr bînin. Niha dîsa divê ev refleks derkevin holê. Civak divê guh bide vê bangê, divê her kes bi Ocalan re biaxive, dibe ku hûn rexneyan bikin lê biaxivin, netirsin.

'TMK DIVÊ WERE RAKIRIN'

Li ser ''reforma darazê'ya ku Serokkomarê Tirk  Recep Tayyîp Erdogan beriya bi çendekê ragihandibû jî, Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got, ''Heke li ser mijara reforma darazê hûn jidil bin, meseleyê bêyî ku bi derengî bikevin bînin Meclîsê, ne bi belgeyê nizam stratejiyê, nizanim planên çalakiyê na, bi guhartina yasayan, bi rakirina TMK'ê (Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê), ku li pêş Tirkiyê asteng e, em dikarin gav bavêjin.''