Temellî: Em ê dawiya wan bînin, şopên wan jî nehêlin-NÛ BÛ

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî destnîşan kir ku bêhiqûqî û bêedaletiya welat wê bi rabûna tecrîdê re bi dawî bibe. Temellî got: “Em ê dawiya van qeyûman bînin, şopa wan jî nemîne.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên partiya xwe de li Êlihê tevlî mîtînga hate lidarxistin bû. Di mîtîngê de nûnerên partiyên ku îtifaqa hatiye kirin Mehmet Kamaç (ÎOP), Hehemet Emîn Kardaş (PKD-T), Aytullah Aşitî (Tevgera Azadî) Sînan Çîftyurek (KKP) û Abdullhay Okûmûş (DDKD) amade bûn.

Di mîtîngê de nameya Nasir Yagiz ê li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye ji aliyê endamê Koma Aştiyê Nûerettîn Tûrgût ve hate xwendin.

ARSLAN: KARÊ ME 11’Ê ADARÊ DESTPÊKIRÎ WÊ 31’Ê ADARÊ TEMAM BIKIN

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku xelkê Êlihê AKP baş naskiriye û got: “Dema ku vîna vî gelî tine hate dîtin, vî gelî şahidî ji berxwedanê re kir. 31’ê Adarê em ê waliyên mêtînger ên AKP’ê bişînin Qesrê. Ji niha ve bila qeyûma baxçika xwe amade bike. Karê me 11’ê Adarê dayî destpêkirin em ê 31’ê Adarê bi dawî bikin.”

‘EM Ê DAWIYA DIJMINÊ KURDAN BÎNIN’

Temellî di mîtîngê de ev tişt gotin:

“AKP jî mîna yên berî xwe bi dijminahiya Kurdan xwe li ser lingan digire. Em ê 31’ê Adarê dawiya van bînin. Em êdî rê nadin vê dijminahiyê. Gel ê bi hêviya baştiyê ji xew şiyar dibin, ev planên tinekirinê amade dikin.

 ‘DIVÊ RÊYA ÎMRALÎ VEBE’

Yên dawî li Mutabaqata Dolmabahçeyê anî û mase hilweşandin dest bi tecrîdê kirin. Ji wê rojê heta niha dibêjin, tecrdî hebe bêhiqûqî û bêedaletî jî wê hebe. Ev bêhiqûqî li Îmralî tenê nema, li hemû welat belav bû. Ji bo ev bi dawî bibe em dibêjin dawî li tecrîdê bînin. Em hemû li ser rêya Leyal Guven in. Divê rêya Îmralî bê vekirin. Em naxwazin hevrêyên me bimirin.

TRT weke saziyeke cemaweriyê bûye navenda propagandaya AKP’ê. TRT’ê ji b HDP’ê 7 deqîqe veqetandiye.

Em ê dawiya van qeyûman bînin, şopên wan jî nahêlin.

Ji dijminahiyê xwe li ser lingan digirin. Em derxistin rehet nebû, her kes kire terorîst têr nebû.Xwe li esnafan da. Wisan sûcdarkir, kirin terorîst.

‘SINDOTAN BIBIN KÛ BILA BIBIN EM Ê DENGÊ XWE BIKAR BÎNIN’

Ji bo di hilbijartinê de dengê HDP’ê bidizin, ji bo HDP ji sindoqan dûr bixin û xwedî li vîna xwe dernekevin sindoqan direvînin. Hincet dikin ewlehî, ji xwe li kû ewlekarî tê gotin li wir bêewlekarî heye. Sindoqan bibin kû bila bibin, em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Li vir Sînemaya Yilmaz Guney hilweşandibûn. Em ê wê sînemayê ji nû ve ava bikin. Em ê filmên Yilmaz temaşe bikin. Em ê filmên dawiya wê bi kêfxweşî bi dawî dibin temaşe bikin.