Temellî: Em ê bibin dengê hezkirin, hêvî û demokrasiyê

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, ji bajarên Kurdistanê dest bi civîn û mîtîngên xwe yên ji bo hilbijartinê kir.

Temellî li ser hilbijartinê ji ANF'ê re axivî û işaret bi êrîşên qirkirina siyasî yên li ser partiya xwe kir.

Temellî bi bîr xist ku li girtîgehan gelek girtî û hikumxwarên siyasî hene û got, "Li Tirkiyeyê pêwîstî bi normalbûyînê heye. Em balê dikişînin ser serxwebûna hêzan û hiqûqa gerdûnî. Dema ku ev bi cih hate anîn wê zindan vala bibin."

Sezaî Temellî işaret bi pirsgirêkên aboriyê kir û got, "Ev 16 sal in li ser desthilatdariyê ne. Hemû bernameyên wan ên aboriyê têk çûn." Temellî diyar kir ku têkiliya rewşa neabş a aboriyê bi siyaset û demokrasiyê heye û wiha dewam kir: "Li welatekî her ku demokrasî bi cih bê, wê aborî jî bi rengekî erênî bi pêş bikeve. Eger li welatekî demokrasî nebe, aborî jî wê têk biçe. Di dîroka hemû welatan de ev yek rû daye. Li Tirkiyeyê her ku gav ji bo demokrasiyê hatin avêtin, aborî jî baştir bû. Eger hûn ji demokrasiyê derbasî nava rejîmeke dîktatorî bibin, hingî aboriya we jî wê serberjêr bibe. Rastî ev e."

Di dewama axaftina xwe de Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî destnîşan kir ku yekane rêya pêşvebirina demokrasiya li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd de û got, "Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin aborî bi pêş ve naçe. Ev yek ne tenê meseleya herêmê ye. Biçin Îzmîr, Antalya, Trakya û Derya Reş hûn ê heman pirsgirêkê bibînin."

Temellî da xuyakirin ku wê di 24'ê Hezîranê de ji rejîma AKP/Erdogan xilas bibin û got, "Biryardariyeke me ya bi vî rengî heye. Nêzî 7 hezar hevalên me niha girtî ne. Yên hikum xwarine, wan najimêrim. Lê tevî vê yekê jî me karî 250 hezar hevalên xwe weke muşahîdên sindoqan bixin nava liv û tevgerê. Hêz û rêxistinbûn ev e. Dengdêr û rêxistinbûna HDP'ê tiştekî bi vî rengî ye. Lewma em ji xwe bawer bikin û bi baweriya hilweşandina bendê, heta 24'ê Hezîranê em hefteyê heft rojan û bîst û çar saetan bixebitin."

Temellî diyar kir, hikumeta AKP'ê li dijî HDP'ê propaganda reşkirinê dimeşîne û got, "Şerekî psîkolojîk dikin. Divê gelê me hay ji vê yekê hebe û êdî Erdogan baş nas bike. Tiştekî ku Erdogan soza wê bide, rêyeke ku Erdogan biçe nîne. Ketiye rêyekê ku pêşî girtî ye. Ya rast, ew bend vê rewşa xitimandî nîşan dide û Erdogan jî Tirkiyeyê dixitimîne. Ji bilî dubarekirina sozên 2002'an tiştekî nikarin bikin. Hewl dibin bi gotinên kîn û nefretê bimeşin. Li dijî vê yekê em ê bibin dengê hêvî, hezkirin û demokrasiyê. Em ê dengê HDP'ê û rastiyê bigihînin her derê, her kesî."