Temellî: Em desthilatdariya şer rawestînin

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got, 24'ê Hezîranê têkçûna AKP-MHP'ê wê aştiyê hêsan bike û bang kir ku her kes li HDP'ê û sindoqan xwedî derkeve.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî hate Amedê. Temellî serdana parlamenterên HDP'ê, namzetan kir û çû Meclîsa Dayikên Aştiyê ya li Baxlarê. Temellî li wir li ser hilbijartinê û têkoşîna aştiyê axivî.

'BÊ DEMOKRASIYÊ AŞTÎ NABE'

Temellî diyar kir wan xebatên xwe li ser têkoşîna aştî û demokrasiye dane rûnitşin û got, "Me got heta ku demokrasî neyê vî welatî aştî nabe. Ji bo me pir girîng e ku me serdana Dayikên Aştiyê kir, ku xwe xistine bin barê aştiyê û dengê aştiyê gur dikin."

'EM DESTHILATDARIYA KU BI ŞER DIMEŞE RAWESTÎNIN'

Temellî, got Dayikên Aştiyê bi salan e ji bo aştî were têdikoşin, berdêlên ku dayikan dayin bi bîr xist, Dayika Taybet mînak da û got, "Li vir em dixwazin destpêkekê bikin, em dixwazin bi Dayikên Aştiyê re vê bangê bikin. Encex em dikarin dawî li polîtîka û hişmendiya şer bînin. Em dikarin rê li ber bigirin ku careke dî ev nebin. Werin em li vir ji vê desthilatdariyê re, ku bi polîtîkayên şer dimeşe, bibêjin, êdî bes e. Em dikarin dawî li vê bînin. Dayikên Aştiyê tim li pêş bûn di vê têkoşînê de, ji bo ku ev şer û zilm raweste tim dengê xwe rakirin." Temellî wiha domand, "Ji 24'ê Hezîranê re hindik ma, em ê biçin ser sendoqê û li aştî, li vîna xwe xwedî derkevin. 25'ê Hezîranê ji bo ku ev êş dîsa neyên jiyîn, em ê jiyanê bi hev re ava bikin."

DAYIKA HAVVA: EM 24'Ê HEZÎRANÊ VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN

Li ser navê Dayikên Aştiyê Havva Kiran axivî û got, "Em keesên ku ji bo ku xwîn bisekine, ji bo aştiyê têdikoşin, em bang li  her kesî dikin û dibêjin, îro dema wê ye ku ev xwîn were sekinandin. Rojhilata Navîn bûye gola xwînê û hê jî xwîn jê diçe. Dayikên Kurd û Tirk bi hev re em dest bidin hev û vê xwînê rawestînin. Bila kezeba dayikeke dî neşewte. Bila şer raweste."

Kiran bal kişande ser hilbijartina 24'ê Hezîranê û got, "24'ê Hezîranê heke em bi ser bikevin em ê bi hev re azad bibin. Ji ber ku em ji bo aştiya hemû gelan têdikoşin. Em deng û rengên xwe derkevin kuçeyan û heta 24'ê Hezîranê, ji bo ku hêstirên çavên dayikan neherikin em bixebitin."

'GELÊ ME WÊ LI SINDOQAN XWEDÎ DERKEVE'

Temellî li ser pirsa nûçegihanan a têkildarî biryara YSK'ê ya li ser veguhaztina sindoqan got, "Dixwazin HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Hemû gelê me, hilbijêr wê biçin ser sendoqê û li deng û vîna xwe xwedî derkeve. Çi jî bikin em ê li ser sendoqên xwe bin."

'EWLEHIYA SINDOQÊ LI SER HDP Û PARTIYÊN DIN MAYE'

Temellî got ewlehiya sİndoqan dewlet distîne lê niha ewlehiya sendoqan li ser HDP'ê û partiyên din maye û domand, "Astenga mezin a li pêş dayina dengan a bi rengekî ewle, dewlet e. 250 hezar hevalên me wê bixebitin. Platforma Hilbiljartinê ya Dadmend avabûna xwe ragihand û em di nav vê de ne. Li her derê her kes wê li sindoqê û dengê xwe xwedî derbikeve."

Temellî herî dawî bang li hilbijêrên bêbiyar kir û xwest ku 24'ê Hezîranê biçin ser sindoqê.