Temellî: Demildest divê ji vê biryarê vegerin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Amedê dest bi serdanan kir, diyar kir ku qeyûm tê wateya êrîşa li ser demokrastiya Tirkiyeyê û got: “Divê demildest ji vê biryarê vegerin. Divê civak topyekûn xwedî li vîna xwe derbikevin.”

Piştî ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve bi qeyûman sê şaredariyên mezin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate desteserkirin û şûnde Desteya Rêveber a Navendî ya partiyê biryara ‘çalakiyan a bênavber’ dabû. Li ser vê biryarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî derbasî Amedê bû, dest bi rêze civînan kir. Temelî destpêkê serdana Hevşaredarê Amedê Serlçûk Mizrakli yê ji erkê hatiye dûrxistin û bi parlementeran re serdana Baroya Amedê kir. Temellî piştre jî derbasî Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (DTSO) bû.

Temellî yê ji aliyê Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya ve hate pêşwazîkirin daxuyaniyek da. Temellî anî ziman ku qeyûm li derveyî Destûra Bingehîn e, ev tê wateya tinehesibandina vîna gel.

Temellî bi domdarî got: “Bi vê biryarê dewletê li dijî vîna gelê Amedê sûc kiriye. Dewlet bi kirina vî sûcî êdî ne mimkûne ku behsa dewleteke hiqûqî û destûrî bike.

Qeyûm di warê siyaset û aboriya Tirkiyeyê de bandorên mezin kiriye. Wê rê li ber mesrefên mezin veke. Ti kes vê qebûl nake, wê qebûl jî neke. Ne tenê li herêmê, li her derê Tirkiyeyê nerazîbûn heye. Divê demildest ji vê biryarê vegerin. Divê civak topyekûn xwedî li vîna xwe derbikevin.”

Piştî daxuyaniya Temellî civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir. Sibe wê Temellî tevlî xwepêşandana ku wê saet 13:00’an li Parka Karayollari bê lidarxistin bibe.